Girtiyê nexweş ê rewşa wî xedar e dîsa hat girtin 2023-03-17 16:12:09   AMED - Îlhan Dîkme yê ku li girtîgehê xwîn çû ser mêjiyê wî, 7 meh di komayê de ma û 4 caran cezayê wî hat taloqkirin, ji nû ve hat girtin û wî şandin girtîgehê.    Îlhan Dîkme di îlona 2019’an de li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Tîpa F’yê ji ber tansiyonê zêde xwîn çû ser mêjiyê wî û destkelemçekirî tê tedawîkirin. Dîkme li Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Umraniyeya Stenbolê 7 meh di komayê de tê tedawîkirin. Cezayê Dîkme 4 caran tê taloqkirin. Di bin navê rehabîlîtasyonê de ji bo ku  Dîkme li Girtîgeha Tîpa R’yê çavdêr bikin gazî wî kirin û ji nû ve hat girtin.    JI NÛ VE HAT GIRTIN    Li ser fermana 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêwazê gazî Dîkme hatiye kirin û jê hatiye xwestin heta 10 rojan teslîmî Serdozgeriya Komarê bibe. Dîkme di 15’ê adarê de li ser gazîkirinê çû Edliyeya Îzmîrê. Dîkme yê ji sedî 85 rapora wî ya astengdariyê heye, hat girtin û wî şandin Girtîgeha Bûcaya Îzmîrê ya Tîpa F’yê.    Malbata Dîkme got ew ji jiyana wî bi fikar in.