Hevserokê KCD’ê Ozturk: Em soz didin wê hesabê bidin 2023-03-17 16:21:09   MEREŞ - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ku ji ber roja 40’an a erdhejê tev li bîranîna kesên di erdhejê de li Bazarcixê jiyana xwe ji dest dan bû wiha got: “Belku em nikarin êşa we kêm bikin, kesên we winda kirine paş ve bînin lê em soz didin malbatên qurbaniyan ku wê hesabê bidin.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya roja 40’emîn a erdhejê li Mereş û Bazarcixê niyaz belav kirin. Şandeya ku di nav de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglu, Serokê Komeleya Çanda Elewiyan (AKD) Îsmet Kurt û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê yê Tirkiyeyê (T-PDK) Mehmet Emîn Kardaş hebûn, destpêkê bi mexdûrên erdhejê re çûn serdana gorên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û dûa xwend.    Şandeya ku çû Goristanên Halîlaga û Damlataş, qûrnefîl danîn ser goran û find pêxist. Malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan ji bo xizmên xwe yên winda kirin lorandin. Şandeya piştî serdana goristanê hate Malacemê ya li Bazarcixê li vir niyaz belav kirin.    HIŞMENDIYA RIZIYAYΠ   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê beriya belavkirina niyazan axivî, anî ziman ku li Tirkiyeyê her tim erdhej çêdibin û wê çêbibin û wiha got: “Lê sedemê ku me evqas mirovên xwe winda kirin ne erdhej e. Ev hişmendiya riziyayî û faşîst e.”   Ozturk ê pirsa “Li Japonyayê erdhej çêdibe difina mirovekê jî xwîn jê nayê. Çima em evqas mirovên xwe winda bikin?” kir, diyar kir ku ji bo mirovên jiyana xwe ji dest dayî wê hesabê bipirsin. Ozturk, berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî û ev hişmendiya riziyayî wê hesabê bide. Me ev qas mirovên xwe winda kirin. Me soz daye gelê xwe, wê hesaba vê bidin. Belku em nikarin êşa we kêm bikin, kesên we winda kirine paş ve bînin lê em soz didin malbatên qurbaniyan ku wê hesabê bidin. Heta ku ew hesabê nedin wê rojek jî bi rehet derbas nebe.”   Serokê Giştî yê AKD’ê Îsmet Kûrt jî anî ziman ku hêj jî kon û konteynir kêm in û wiha got: “Heke ev dewlet ji şexseke re bê hiştin û bibe dewleta şexsan wê dawiya wê wiha bibe.”   ‘DIVÊ ÊDÎ EM DIJMINÊN DEMOKRASIYÊ BIŞÎNIN’    Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglû jî bal kişand ser polîtîkayên rantê yên desthilatê û wiha axivî: “Pergala rantê mixabin kesên bindest, xizanan, kedkaran, gundiyan, karkeran, cotkaran, jinan û zarokan dikujin. Li Erzinganê, Wanê îro jî li vir erdhej çêbû sibê jî wê li cihekî din çêbibe. Divê em ji bo guhertinê têbikoşin. Heke ev hilweşîn wê berdewam bikin. Ji ber vê yekê tiştek heye ku em bikin; ew jî hatina me ya bahev e. Divê êdî em dijminên demokrasiyê bişînin heke em ê zêdetir êş û zehmetiyan bikişînin.”   Şande wê saet di 17.00’an de li navenda Mereşê bi mexdûrên erdhejê re bên bahev û niyazan belav bikin.