Hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 18 kesan 2023-03-17 16:47:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara qurbaniyên lehiya li Rihayê û Semsûrê gihîşt 18 kesan.    Li bajarê Rihayê û Semsûrê yên ku di bin tesîra erdheja Mereşê de mabûn, di 15’ê adarê de li her du bajaran lehî rabû. Li Rihayê 16 kesan di lehiyê de jiyana xwe ji dest da û li navçeya Tûtê ya Semsûrê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Xebata lêgerîna ji bo 3 kesên winda jî didome.