Rojnamevanên ku li Rihayê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-03-17 17:36:46   RIHA - Rojnamevanên ku li Rihayê dema nûçe dişopandin hatin binçavkirin, hatin berdan.   Nûçegihana Jinnewsê Gulîstan Dûrsûn û rojnamevaneke ku navê wê nehat hînkirin gava li berd Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê ya malbata Şenyşarê dişopandin hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.    Li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îfadeya rojnamevanan hat girtin. Rojnamevan piştî îfadeyê hatin berdan.