ROJEVA 18'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-18 09:00:23   * Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç diyar kir ku 2 sal in agahî ji miwekîlê wan Ocalan nayê girtin û got: “Divê CPT rapora xe demildest eşkere bike û ji bo şertên tecrîdê bi dawî bibin pêwîste di nav helwestek aktîf de be.”    * Bi fermana Erdogan tê xwestin ku Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an ku di dema darbeya 1980'yî de wekî navenda îşkenceyê dihat bikaranîn, bibe muze. Endamê Komeleya 78'an Ganî Alkan li ber vê rabû û xwest ku girtîgeh bibe "navenda edalet û hevrûbûnê."    * Li Wanê jinan diyar kir ku armanca wan ew e di Newroza îsal de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişikînin û ji bo beşdariya li Newrozê bang kirin.    * Remzî Onluk ku ji ber erdhejê xaniyê wî xesar dîtiye û ji bêgavî li konebajarê li qeraxa Çemê Dîcleyê dima û niha ji ber lehiyê ji konebajar derketiye, anî ziman ku du caran hatine mexdûrkirin û got ku êdî naxwaze veger wî ciheê wekî girtîgehê.    * Siyasetmedaran diyar kir ku ew ê hêrsa ku di Roja Jinan de xwe da der, veguhêzînin qada Newrozê û gotin ku dê peyameke Newrozê jî azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan be.    * Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya ku di sala 2013'an de ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê rapora, "Ji erdhêjê re ne qayîme" amade kiribû. Tevî 10 sal bi ser re derbas bûne jî nexweşxane hê jî nehatiye valakirin. Rêveberî, xebatkarên nexweşxaneyê û gel ji vê rewşa heyî bi fikar in.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 726’an de berdewam bike.    * Dayikên Şemiyê di hefteya 938’emîn a çalakiya xwe de ji bo aqubeta windakiriyên xwe bipirsin û bixwazin faîl bên darizandin wê li ser înternetê daxuyaniyekê bidin. (12.00)   * Nûçegihanê DÎHA’yê Volkan Eryîgît ê di dema li Edeneyê nûçeyên hilbijartina herêmî yên 2004’ê de dişopand di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da wê li ser gora xwe bê bibîranîn. (12.00)   * Malbatên Windakiriyan û ÎHD wê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê bidomînin. (12.00)     * Şaxa ÎHD'a Îzmîrê ji bo aqûbeta kesên di bin çavan de hatine winda kirin bipirsin û bi daxwaza derxistina holê ya faîlan dê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê di hefteya 573’yemîn a “Rûniştina F’yê” de li ber komeleya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)   * Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Girtîgehan re bi boneya 18’ê adarê Roja Piştevaniyê ya bi Girtiyan re ya Navnetewî wê li Rihtima Kadikoyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. (17.00)   * Rêxistina HDP’a Stenbolê wê li navçeya Beyoglû ya Parka Haciahmetê agirê Newrozê vêxe. (18.00)