Qoser ji Newrozê re amade ye: Em qesra Dehaqan bi serê wan ve hilweşînin 2023-03-18 10:27:11 MÊRDÎN - Li Qoserê ango li Qezê amadekariyên Newrozê temam bûn. Komîteya Amedakar banga beşdariya Newrozê kir û got: “Werin em agirê Newrozê gur bikin û qesra Dehaqan bi serê wan de hilweşînin.”   Yek ji navendên ku bi girseyî Newroz lê bê pîrozkirin jî navçeya Qoserê ango Qezê ya Mêrdînê ye. Li Qoserê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê temam bûn. Newroz dê li Qada Otogarê ku wek Qada Newrozê tê zanîn bê pîrozkirin.    Ji bo pîrozbahiyê serî li Qeymeqamiya Qoserê hatibû xistin û bersiva erênî hat dayîn. Bernameya Newrozê saet di 10.00’an de dê dest pê bike.    Tê payîn ku wek her sal bi deh hezaran kes tev li pîrozbahiya Newroza Qoserê bibe. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlamentere HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş wek axivêr tev li pîrozbahiyê dibin. Koma Dengê Jinên Azad jî dê li ser dikê be û stranan bêje.    ‘EM MIL BIDIN MILÊ HEV’    Hevşaredara Qoserê Nilufer Elîk a ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin diyar kir ku ew her sal Newrozê bi coş pîroz dikin û got: “Newroz ji bo gelê kurd serhildan e û hêvî ye û roja li dijî zilmê ye. Ji bo gelê kurd rojek pîroz e. Em hemû gelê xwe yê Qoserê vedixwînin pîrozbahiyê. Werin em bi hev re li qada Newrozê agirê Newrozê pêxin. Dem dema azadiyê ye. Werin em mil bidin milê hev û Newrozê pîroz bikin.”    ‘WERIN EM BI HEV RE VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN’    Endamê Komîteya Amedakar a Newroza Qoserê Selîm Aydogdû jî destnîşan kir ku pîrozbahiya Newrozê wê li dijî pergalê bibe bersivek mezin û got: “Em ê bersiva pergala qirêj û dagirkeriyê bidin. 20 sal in zilmê li vî gelî dikin. Me digirin û dikujin. 20 sal in tiştek ku neanîne serê gelê me nîne. Em dixwazin vê pergalê biguherînin. Em ê bi girse û coşa Newrozê biçin hilbijartina 14’ê Gulanê. Em bang li gelê xwe dikin ku êdî van biqewirînin. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”    ‘EM QESRÊN WAN BI SERÊ WAN VE HILWEŞÎNIN’    Endamê Komîteya Amedekar Mehmet Fatîh Ozturk jî diyar kir ku Newroz li dijî zilm û neheqiya Dehaqan serhildan e û wiha got: “Wek ku tê zanîn 20 sal in îktidara faşîst li ser rêveberiyê ye. 20 sal in ev îktidar wek Dehaq zilmê kir. Her çiqas Dehaq çûbûn jî lê niha jî li ser kar in. Heta ku zilm û neheqî hebe, wê gelê kurd jî li dijî vê rabe. Wê li dijî zilmê agirê Newrozê gur bike. Werin em bi hev re agirê Newrozê gur bikin. Em agirê Newrozê veguhezînin sindoqên hilbijartina 14’ê Gulanê. Werin em bi hev re qesrên Dehaqan bi serê wan ve hilweşînin.”