Li Serhedê amadekariyên Newrozê temam bûn 2023-03-18 11:54:18   WAN - Li bajarên Serhedê ku dê 3 rojan Newroz lê bê pîrozkirin, amadekarî bi dawî bûn. Komîteyên Amadekar ên Newrozê banga beşdariya Newrozê kirin.    Newroza îsal bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî" tê pîrozkirin û agirê Newrozê yê ewil li navçeya Şemzînana Colemêrgî di 15’ê adarê de hatibû hilkirin. Di navbera 19, 20 û 21’ê Adarê de wê li 39 navendên bakûrê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê agirê Newrozê bê hilkirin û pîrozkirin. Agirê Newrozê dê li 14 navendên herêma Serhedê bê pêxistin. Endamên Komîteyên Amadakar ên Newrozê banga beşdariya Newrozê li xelkê kirin.    19’Ê ADARÊ   WAN   Pîrozbahiya Newrozê ya Wanê dê li Parka Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê saet di 10.00’an de dest pê bike.    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, parlamenterên HDP’ê Sarûhan Olûç û Sezaî Temellî beşdarî Newroza Wanê bibin. Bajar, Koma Sorjiyan û Aryen Kom jî dê li ser dika Newrozê bin.    ÎDIR   Pîrozbahiya Newroza Îdirê dê saet di 09.00’an de li Qada Pancar dest pê bike. Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Îdirê Tarzan Guner banga beşdariya Newrozê li xelkê bajê kir. Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk û hunermendên herêmî dê beşdarî pîrozbahiyê bibin.    GEVER   Pîrozbahiya Newroza li Geverê jî dê li Stada Yenîşehîrê bê kirin û Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û parlamentere Colemêrgê Saît Dede tev li pîrozbahiyê bibin.    MÛŞ   Newroza Mûşê di 19’ê adarê de saet li 10.00'an li Cadeya Îstasyonê bê lidarxistin. Parlamnetera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan wek axivêr beşdarî pîrozbahiyê bibin. Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Çîçek Tûtûş banga beşdariya pîrozbahiyê kir.    TETWAN   Li navçeya Tetwana Bedlîsê jî dê pîrozbahiya Newrozê saet di 10.00'an de li Qada Fuarê bê kirin û dê parlamenterên HDP’ê Şevîn Çoşkûn û Celaded Gaydali beşdar bibin.    20’Ê ADARÊ    QERS   Pîrozbahiya Newroza Qersê jî saet di 10.00’an de dê li Qada Qersê dest pê bike. Hevserokê HDP’a Qersê Cengîz Anli banga beşdariya Newrozê kir û xwest her kes bi ruhê berxwedanê û vejînê tev li Newrozê bibe.    AGIRÎ   Li navenda Agiriyê jî dê pîrozbahiya Newrozê saet di 10.00’an de li qada Newrozê bê kirin. Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî di pîrozbahiyê de biaxive û Dengê Meyman jî dê li ser dikê bistrê.    ERDEXAN   Newroza li Erdexanê jî dê li Qada Bajêr saet di 10.00’an de dest pê bike. Parlamentera HDP’ê Zulehya Gulum wê tev li pîrozbahiyê bibe.    COLEMÊRG   Li navenda Colemêrgê jî wê li otogarê pîrozbahiya Newrozê bê kirin. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Saît Dede beşdarî pîrozbahiyê bibin.    ERZIROM   Li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê jî dê li Cadeya Cumhuriyetê pîrozbahî bê kirin û Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan beşdarî pîrozbahiyê bibe.    MILAZGIR   Li navçeya Milazgirê ya Mûşê jî wê pîrozbahiya Newrozê li Sûka Qesaban ya kevn bê kirin. Parlamenterên HDP’ê Şevîn Coşkûn û Îmam Taşçier dê beşdarî pîrozbahiyê bibin.    21’Ê ADARÊ    PANOS   Li navçeya Panosêy a Agiriyê dê Neworz saet di 10.00’an de li baxçeyê Navenda Çandê ya Şaredariyê bê pîrozkirin. Parlamenterên HDP’ê Abdullah Koç û Muazzez Orhan dê beşdarî bernameyê bibin.    GOLE   Li navçeya Gole ya Erdexanê jî dê Newroz li Cadeya Kongreyê were pîrozkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç beşdarî pîrozbahiyê bibe.    BAZÎD   Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî dê li Qada Newrozê pîrozbahî bê kirin. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel û siyasetmedar Dîba Keskîn wek axivêr beşdarî pîrozbahiyê bibin.