Li Semsûrê avahiya 3 qatî ya bixesar xwe bi xwe hilweşiya 2023-03-18 12:03:29   SEMSÛR - Li Semsûrê ji ber avahiyeke di erdhejê de xesareke mezin gihiştibûyê nehatibû hilweşîn, piştî 41 rojan xwe bi xwe hilweşiya.    Li Taxa Komarê ya Semsûrê avahiyeke 3 qatî xwe bi xwe hilweşiya. Avahiya ku di erdheja di 6’ê sibatê de navenda wê Mereş de xesareke mezin gihiştibûyê di saetên serê sibê de xwe bi xwe hilweşiya. Avahiya ku qata wê ya jêr dikan û 2 qatên wê yên din mal bûn di saetên serê sibê de bi qirçînê hilweşiya. Ji ber kes di avahiyê de nebû keseke/î ku birîndar bibe an jî jiyana xwe ji dest bide nebû.    Xwediyê avahiyê Îsmet Coşkûn bi van gotinan bertek nîşan da: “Erdhej çêbû, em di bin kavilan de man bi derfetên xwe derketin. 3 rojan alîkarî nehat. Me tiştek negotin. Raporên ‘xesarên giran’ dan malên me em dibêjin ‘werin hilweşînin’ lê nayên. Hişmendiyeke dewletê ya wiha nabe. AFAD ji bo çi heye. Xaniyên divê bilez bên hilweşandin hûn ê hilweşînin. Ev der navenda taxê ye. Li kêleka avahiyê kon hene. Mirov li vir dijîn. Zarok di kolanan de dilîzin. Wesayît di van deran de derbas dibin. ‘Heke hûn neyên em hilweşînin’ lê ji wê re jî dibên ‘na.’ Em dibêjin tîman bişînin ji wê re jî dibên ‘na’. Em di komareke cuda de dijîn? Ev feraseteke çawa ye?”   ‘EM ÊŞEKE NÛ NAXWAZIN’    Zeynel Abîdîn Yanak ê di heman kolanê de dijî jî diyar kir ku xanî ji saet 04.00’an ve dest bi qirçîniyê kir, li AFAD’ê geriyan lê kes nehat û wiha got: “Saetên serê sibê nebûya an jî nehatibûya ferqkirin wê xetereyeke mezin afirandibûya. Li vir ji sedan zêdetir zarok hene. Li vê qadê lîstikan dilîzin. Kî dê hesaba vê bêberpirsyartiyê bide? Hilweşîna xwe bi xwe ya van xaniyan dibe ku bibe sedemê êşeke duyemîn. Em naxwazin êşeke din bijîn. Qet nebe weke dewlet li cem mirovan bisekinin. Biçek jî be bibin alîkar.”