Ji bo girtiyê ku gurçikên wî îflas kirine daxwaza taloqkirina înfazê kirin 2023-03-18 15:14:46   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku gurçikên girtiyê nexweş Firat Nebîoglû îflas kirine û xwest înfaza wî bê taloqkirin.    Înisiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên xweş di çalakiya xwe ya 445’emîn de li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin de, yek ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Enqereyê Îhsan Seylan daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa Firat Nebîoglû yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê tê ragirtin.    ‘NEXWEŞIYA WÎ GENETÎK E’   Seylan, anî ziman ku Nebîoglû yê di sala 2017’an de hate girtin û ji du dosyayan 18 sal ceza jê re hate birîn, piştî 3 sal û nîvan hate berdan û wiha got: “12 sal cezayê hefsê ku ji dosyaya din jê re hate birîn daxistin 5 salan û ji dosyayeke din 2 sal û 6 sal ceza lê hate birîn û nêzî salek û nîve di girtîgehê de ye. Bi malbata wî re nexweşiya genetîk a îflasbûna gurçikan heye û dayik û 3 xwişk û birayên wî jî nexweşên gurçikê ne. Ji ber îflasbûna gurçikan guhên wî nabihîsin.”   ‘DI GIRTÎGEHÊ DE NE PÊKANE KU EMELIYAT BIBE’   Seylan, da zanîn ku di dema Nebîoglû li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Qûbîna Elihê de bû di 7’ê adara 2022’yan de serî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê kiriye û wiha got: “Pisporê Nefrolojiyê rapora ‘Mayîna wî ya di girtîgehê de rîskeke cidî ye’ daye wî. Gotine nexweşê ku niha tedawiya diyalîzê dibîne lazime neqla gurçikê bê kirin, lê bijîşkan gotiye ku emeliyata ku di pêvajoya girtîgehê de bê kirin wê bi rîsk be. Her wiha rapor ji îdareya girtîgeha ku lê tê ragirtin re jî hatiye şandin. Li ser raporê girtîgehê Nebîoglû di 15’ê adara 2022’yan de sewqÎ Saziya Tiba Edlî kir. Lê Saziya Tiba Edlî bêyî muayene bike, tetkîkan bike, li ser piyan lê nêrî ye û rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye.”   HEFTEYÊ 3 ROJAN GIRÊDAYÎ DIYALÎZÊ YE   Seylan, anî ziman ku par Nebîoglû li ser hişê xwe çûye û rakirine nexweşxaneyê û wiha berdewam kir: “Nebîoglû hefteyê 3 rojan girêdayî diyalîzê jiyana xwe didomîne. Ji bo tedawî û neqla gurçikan hemû malbat seferber bûye lê vê carê jî sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an hatiye kirin.”   DAXWAZA BERDANÊ    Seylan, destnîşan kir ku gurçikên Nebîoglû îflas kirine û naxebitin, diyar kir ku ragirtina wî ya di girtîgehê de risk e û divê ji bo tedawiyê înfaza wî were taloqkirin û bê berdan.