ÎHD û Malbatên Windakiriyan ji bo Hasan Ocak bang kirin 2023-03-18 15:49:16   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û malbatên windakiriyan, aqubeta Hasan Ocak ê ku piştî di bin çavan de hate windakirin li goristana bêkesan hate dîtin pirsîn û xwestin berpirsên serdemê bên darizandin.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û Malbatên Windakiriyan ji bo çalakiya rûniştinê ku bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” du hefteyan carekê li dar dixin hatin bahev. Di daxuyaniya ku pankartên “Winda wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, winda li ku ne” hate vekirin de Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Coşkûn Ustercî, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê, endamên Meclisa HDP’ê û gelek welatî beşdar bûn.    Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û malbatên windakiriyan vê hefteyê faîlên Hasan Ocak ê piştî di 21’ê adara 1995’an de hate windakirin, cenazeyê wî li goristana bêkesan hate dîtin, pirsîn û xwestin berpirsên serdemê bên darizandin. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin ê di çalakiyê de axivî, çîroka Hasan Ocak xwend.    Piştî axaftinê daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.