Adarok îsal bêdeng hat pîrozkirin 2023-03-18 16:28:41   ŞIRNEX - Adaroka ku her sal li gel hatina biharê tê pîrozkirin, îsal bêdeng hate pîrozkirin.    Her sal li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê, li gel hatina biharê "Adarok" tê pîrozkirin. Kevneşopiya  Adarok ku xwedî dîrokeke kevnar e bi sedan sal in li bajarokê Gundikê Melê didome. Îsal jî ji aliyê şaredariya bajarokê Gundikê Melê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate li dar xistin. Lê îsal ji ber erdhêja ku çêbû û di encama wê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da, pîrozbahî nehate li dar xistin û mewlît hat dayin û ji gel re xwarin hate belavkirin. Bernameya ku li devera Besta hate li dar xistin, parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, rêxistina HDP’ê û DBP’ê ya Şirnexê amade bûn. Bername bi belavkirina xwarinê û xwendina duayan re bi dawî bû.