Li bajar û navçeyan bangên ji bo Newrozê 2023-03-18 20:11:13   NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarî navçe û gundan ji bo Newrozê belavok hatin belavkirin.    Li Êlih û Antalyayê sibê û li Amedê jî dê di 21'ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin. Ji bo Newrozê li navçe û gundan belavok hatin belavkirin.    ÊLIH   Li Êlihê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” dê sibê li Qada Newroz ya li Taxa Pazaryeriyê Newroz bê pîrozkirin. Berhdevka Mecllisa Jinan a HDP'ê, parlementerê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî û siyasetmedar AHmet Turk dê di pîrozbahiyê de biaxivinç Hunermend Nûray Balik û Awazên Azad dê derkevin ser dikê.    Ji bo vê Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlementerên HDP'ê Feleknas Ûca, Mehmet Ruştu Tiryakî, endamên TJA û Meclisa Dayikên Aştiyê jî di nav de şandeyeke qelebalix li bajaroka Girêsîra bi welatiyan re hevdîtin kirin. Şandeyê li vir belavokên ji bo Newrozê belav kirin.    Paşê şande li Kolna Diyarbekir belavok li esnaf û welatiyan belav kirin û ew vexwandin Newrozê.    ANTALYA   Parlementerê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, endama MYK'ê ya HDP'ê Sûltan Ozcan û rêxistina HDP'ê ya Antalyayê jî ji bo pîrozbahiya sibê ku dê li Antalyayê bê lidarxistin gel û esnafan vexwandin Newrozê. Li antalyayê Newroz dê sibê bi dirûşmeya “Her der Newroz hem dem azadî” saet di 11.00'an de li Hêwana Sporê ya Tûrgût Ozalê ya Kepezê bê pîrozkirin.