Kişanak: Em ê wateya Newrozê di 14’ê gulanê de veguhêzin ser sindoqê 2023-03-19 08:50:47   AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gultan Kişanak têkildarî Newrozê peyamek şand û wiha got: “Em ê îsal tifaqa demokratîk a herî berfireh a gelê xwe ava bikin û em ê wateya Newrozê di 14’ê gulanê de veguhêzin ser sindoqê.”   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gultan Kişanak ku ji peywîrê hate wergirtin û 7 sal in li Girtîgeha Jinan a Kandirayê tê ragirtin têkildarî Newrozê peyamek şand.    Kişanakê di peyama xwe ya Newrozê de wiha got: “Merheba gelê me yê coşa Newrozê vediguhêzin qadan; Newroz nirxeke ku bi hezar salan e gelê me li ser piyan dihêle, dike yek, li dijî xerabiyê hêza berxwedanê dide û ruhê me yê civakî dide nîşandane.”   Kişanak bal kişand ser hilbijartinên di 14’ê gulanê de pêk werin û wiha got: “Em ê îsal tifaqa demokratîk a herî berfireh a gelê xwe ava bikin û em ê wateya Newrozê di 14’ê gulanê de veguhêzin ser sindoqê. Bi gelê me yê di karesata erdhejê de êşên mezin kişandin re, em ê hestên xwe yên piştevaniyê bi hêz bikin û birînên xwe bi hev re bipêçin. Em ê hesaba zilm, mirin, bêedaletiyê, neheqiyê, êşên mezin ên desthilata faşîst bi me dan jiyîn bipirsin. Em weke girtiyên siyasî yên jin ên li Kandirayê tên ragirtin, berxwedana xwe bi berxwedana we re bikin yek û agirê Newrozê bi hev re vêxin. Em bi bil û bi hişmendiya xwe bi we re li qadan in. Tu hêz nikarin vîna gel dîl bigire. Heta niha nava çar dîwaran, deriyên hesin ji bo me nayê tu wateyê û wê jina şunda jî nayê tu wateyê. Em we bi baweriya ku wê govenda azadiyê bi hev re bigerînin silav dikin. Em Newroza gelê xwe pîroz dikin.”