Ji 7 salî heta 70’î salî xelkê Qoserê diherike qada Newrozê: Ji bo Ocalan azadî 2023-03-19 10:55:51   MÊRDÎN - Tevî baraneke zêde jî li Qoserê ji 7 salî heta 70 salî xelk diherike qada Newrozê. Di pîrozbahiyê de gel daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike.    Newroza îsal ku bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin, diyarî qurbaniyên erdheja Mereşê hate kirin. Newroza li Qoser a Mêrdînê li Qada Otogarê ya navçeyê tê pîrozkirin. Ji 7 salî heta 70’ê salî welatî ber bi qada Newrozê ve diherikin. Welatî ji gelek deverên navçeyê hewl didin xwe bigihînin qada pîrozbahiyê, ji du noqteyan dikevin qadê û tevî baraneke zêde jî bênavber diherikin qadê. Xelkê navçeyê bi cil û bergên kurdî dikevin qadê û li platforma qadê jî pankarta “Newroz 2023” hate daliqandin. Li gel pankarta mezin, her wiha flamayên HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk hatin daliqandin. Welatiyên ku herikîn qadê daxwazên bi dirûşman anîn ziman. Dirûşmên "Bijî berxwedana zindana" û "Bijî Serok Apo" li qadê olan da. Di heman demê de alîgirên Amedsporê jî li qada Newrozê cihê xwe girtin.    Hunermendên herêmî li qada pîrozbahiyê stranên xwe pêşkeş dikin û welatî jî beşda dibin.    Piştî pîrozbahiyên bicoş ên gel dê bernameya pîrozbahiyê bi axaftinên Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş bidome.    Piştî axcaftinan dê Koma Dengê Jinên Azad derkeve ser dikê û stranên xwe bibêje.    POSTERÊ OCALAN HATE VEKIRIN    Newroza Qoserê bi coşeke mezin berdewam dike û posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate vekirin. Bi vekirina psoter re coşa li qadê derket lûtkeyê. Girseyê bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz girt.