Li Sêrtê gel ji 3 milan ve dikeve qada Newrozê 2023-03-19 12:00:39   SÊRT - Bi hezaran kes li Sêrtê ji bo pîrozkirina Newrozê ji 3 milan ve dikevin Qada Aştiyê ku pîrozbahî lê tê lidarxistin.    Newroza îsal ku bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tên lidarxistin, li Sêrtê bi pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tê pîrozkirin. Pîrozbahiya li Qada Aştiyê ya li Taxa Aştiyê dest pê kir. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk a bajar Eşref Tekîn û Emîna Aşkara, Hevserokên HDP’ê Hatîce Tay û Mehmet Kayisi, Baroya Sêrtê, Komeleya Çand û Hunerê ya Botanê (BOTAN-DER), rêveberên DBP’a bajar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li pîrozbahiyê bûn.    Welatî ji sê milan ve dikevin qada pîrozbahiyê. Qada Newrozê bi alayên HDP’ê û yên bi nivîsa Newroz’ê hate xemilandin. Ji 7 salî heta 70’ê salî xelkê bajar diherike qada Newrozê û li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide. Ji bo bîranîna qurbaniyên erdheja Mereşê, gelemperiya welatiyan kiras û fîstanên reş û şalên mor li xwe kirine.     Piştî ku welatiya qada Newrozê tije kir dê bername dest pê bike. Hevseroka HDP’a Sêrtê Hatîce Tay, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Eşref Tekîn, parlamenter Siddik Taş û Feleknas Uca dê di di pîrozbahiyê de biaxivin. Piştre jî dê dengbêj Rêzane Boti, Şêxmûse Êrkendî û Kollektîfa Rîtmên Azad derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkeş bikin.