Newroza Antalyayê dest pê kir 2023-03-19 13:35:41   ANTALYA - Newroza Antalyayê bi tevlibûneke xurt dest pê kir û bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bedewam dike.    Newroza Antalyayê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” li pêşiya Eywana Sporê ya Turgut Ozal dest pê kir. Qada Newrozê bi alayên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk hatiye xemilandin. Jin û ciwanên ku beşdarî Newrozê bûn, bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hêrs û serhildana xwe tînin ziman.    Newroz, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo qurbaniyên erdheja Mereşê dest pê kir. Piştre jî girseyê dirûşmên li dijî îktîdara AKP’ê berz kirin.    Newroza Antalyayê ku hêrs û serhildana lê serwere, bi dirûşman didome.