Rojnamevan Hasan Îşler li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-03-19 13:49:34   EDENE - Nûçegihanê rojnameya Evrenselê Hasan Îşler ê di sala 2004’an de dema nûçe dişopand û di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe hat bibîranîn.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK’ê hat girtin Vokan Eryîgît û nûçegihanê rojnameya Evrenselê Hasan Îşler dema di hilbijartina xwecihî ya sala 2004’an de li Edeneyê xebatên hilbijartinê dişopndin, qezaya trafîkê derbas kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Eryîgît duh li ser gora xwe hatibû bibîranîn. Hasan Îşler jî îro ji aliyê endam û rêveberên Partiya Kedê (EMEP) û malbata xwe ve li ser gora xwe hat bibîranîn.    Seroka EMEP’a Edeneyê Sevîl Araci axivî û Hasan Îşler bi bîr anî.