Li Wanê piştî pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes meşiyan 2023-03-19 16:27:03 WAN - Piştî pîrozbahiya Newroza li Wanê bi hezaran kes li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji du milan ve dest bi meşê kirin.    Li Wanê bi sedhezaran kes tevî şiliyê jî pîrozbahiya Newrozê li kêleka Keleha Wanê li dar xist. Piştî axaftinan bernameya pîrozbahiyê li ber stranan bi dawî bû. Dengê dirûşman qet ji qadê kêm nebû û daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat kirin. Yek ji Newrozên girseyî ya salên dawî bû.    Bi hezaran ciwan piştî pîrozbahiya Newrozê li ser rêya Kelehê û Cadeya Terzîoglû dest bi meşê kirin. Ciwanan nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Ocalna dan û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrişî ciwanan kir. Ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da. Rageşiyê kêliyek dirêj dewam kir.