Li Sîlopiyayê birûsk li santrala termîkê ket 2023-03-19 18:59:38   ŞIRNEX- Li navçeya Silopiyayê birûsk li Santrala Termîkê ya Koma Cînerê ket.   Li Silopiyaya Şirnexê birûsk li Santrala Termîkê ya Koma Enerjiyê ya Cînerê ket ku di navbera bajaroka Bêspîn û navçeya Silopiyayê de ye. Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî, xisareke canî çênebûye, lê hat hînbûn ku zirareke mezin gihîştiye santralê.