Tembûrvanê Koma Çiya: Kurdan qedexeya Newrozê, li welatê xwe qedexe kir 2023-03-20 09:04:22   AMED - Tembûrvanê Koma Çiya û Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn destnîşan kir ku di salên 90’î de weke her tiştê kurdan li ser Newrozê jî qedexe hebûn, lê kurdan li welatê xwe qedexeyê, qedexe kir.   Newroz ku ji aliyê gelek gelan ve tê pîroz kirin, ji bo gelê kurd xwedî cihekî pir taybet e. Her wiha li gor etîmolojiyê jî Newroz di kurdî de tê wateya “Roja Nû” û Newroz ji bo gelê kurd roja vejînê ye. Ji ber ku gelê kurd ji aliyê serdestan ve dihat înkarkirin û tûne dihat hesibandin Newroz jî gelek salan qedexe bû. Piştî salên 1980’yî bi çalakiya ku Mazlûm Dogan di Girtîgeha Amedê de pêk anî û di 21’ê Adarê de bedena xwe da ber agir, Newroz dîsa ji aliyê gelê kurd ve hat pîrozkirin.    Di sala 1991’ê de bi avabûna Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û hevkariya partiyên siyasî yên kurdan Newroz bi awayekî girseyî, di bin qedexeyan de dihat pîrozkirin. Niha jî bi milyonan kes ji bo xwestek û daxwazên xwe bidin bihîstin qadên Newrozê tije dikin.    Tembûrvanê Koma Çiya ku di salên 90’î de di bin banê NÇM’ê de stranên azadiyê distirîn û Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn, Newrozê û pîrozbahiyên Newrozê nirxandin.    ‘HER DIÇÛ EM ZÊDETIR DIBÛN’   Ekîn bi pîrozkirina Newroza gelê kurd dest bi axaftina xwe kir. Ekîn da zanîn ku wê çaxê di nava NÇM’ê de Koma Çiya, Koma Azad, Koma Mezra Botan, Koma Gulên Mezra Botan, Koma Rojhilat hebûn û çend hevalên solîst yên weke Ganî Nar û Xanemîr gihîştine wan. Ekîn diyar kir ku surkîlasyon li NÇM’ê pir zêde bû û wiha got: “Ji ber ku sazî, saziyekî tevgera çandê bû, bala her kesî dikişand û her kesî dixwest bê û xwe îfade bike. Dixwestin bi navê NÇM’ê derkevin ser dikekê. Her diçû em zêdetir dibûn. Her wiha dengbêjê bi nav û deng Dengbêj Kazo, zarok û biraziyên xwe ve tev li me bûn. Di şahiyên weke Newrozê yên mezin û bi wate de gelek kesan xwe digihand me û dixwestin di van şahiyan de cih bigirin.”   ‘MAZLÛM DOGAN BALA GEL KIŞAND SER NEWROZÊ’   Ekîn destnîşan kir ku Newroz ji bo kurdan cejneke pir watedar e. Ekîn da zanîn ku di dîroka kevnare ya kurdan de Newroz hebûye, lê Mazlûm Dogan ku di sala 1982’yan de bi sê darikên niftikê bi şewitandina bedena xwe Newrozê careke din zindî kiriye û wiha got: “Mazlûm Dogan bala gel kişand ser Newrozê. Ji ber ku di genetîka gelê kurd de Newroz hebû lê xwedî derketin çêbû. Pîroz kirina Newrozê ji salên 90’î heta 2000’î bi awayekî 'qorsan' hatin kirin. Gava digotin ‘Newroz pîroz be’ digotin ‘Newroz nedir? (Newroz çi ye?) Tişekî wiha tune ye.' Heta 2000’î jî bi vî şeklî berdewam kir. Di sala 91’ê de piştî avakirina NÇM’ê Newroz ji hêla Partiya Ked a Gel (HEP) ve hat organîzekirin. Em weke komeke NÇM’ê Koma Çiya, gava daxwaz dikirin ku derê dibû bila bûbûna em diçûn. Di wan çaxan de jî em di nava gel de hinekî dihatin naskirin. Gel, em zindî nedîtibin jî navê me bihîstibûn û lê xwedî derdiketin. Bi rastî jî gel, bi dilekî gelek germ Newroz pêşwazî dikir.”   POLÎTÎKAYÊN BÊ WATEKIRINA NEWROZÊ   Ekîn bal kişand ser polîtîkayên bêwatekirina Newrozê û wiha berdewam kir: “Ji ber ku Newroz qedexe bû, di nava tax û kolanan de bi awayekî 'qorsan' dihat pîzorkirin. Digotin cejnekî wiha tune ye. Piştî salên 2000’î dibêjin Newroz heye lê ‘Nevroz' nîn e ‘Nevruz' e û cejneke  tirkan e. Hebûna kurdan dihat înkarkirin. Niha jî dibêjin ‘terore bulaşmamış kürt kardeşlerimiz’ (xwişk û birayên me yên kurd ên daxilî nava terorê nebûne). Lê nizanin ku di Kurdistanê de tu malên şehîd nedayî, di girtîgehan de nemayî, êş nekişandî, gundê wan nehatiye şewitandin maye?”   ‘ÎRO XWEDÎ DERKETINEK HEYE’   Ekîn têkildarî amadekariya teknîkê ya li Newroz û bernameyên salên 90’î axivî û wiha pê de çû: "Teknîka ku îro heyî di wê çaxê de tune bû. Koma Çiya, qasê 9-10 kesan derdiket bernameyan. Heke 3 heb mîkrofon hebûna nîmetekî pir mezin bû. Herkesî devê xwe nêzîk mîkrofonê dikir û bi vî şeklî stranên xwe dixwendin. Îro teknolojî pêş ketiye, gelek amûrên cuda derketine  û hemû hunermend dikarin xwe îfade bikin. Bi rastî teknîk hebû lê ji ber ku mesrefa wê pir zêde bû ji bo me tune bû. Îro jî bi mesref e, lê îro xwedî derketinek heye û hem kesên karê teknîkê dikin hem jî gel fedekarî dike. Min di nava Koma Çiya de li tembûrê dixist. Stranbêjên me Elî Temel, Beser Şahîn, Leyla, Yekbûn, Zana Farqînî, Xalid bûn.”   ‘HER SAL ÇOŞ ZÊDE DIBE’   Ekîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Kurdan, xwe bi awayek ser xist. Qedexe li welatê xwe qedexe kirin. Ji ber ku te stran digotin zextek li ser te hebû. Yan tu dê bê girtin, yan dê te bigirin binçavan. Kasedên me yên di wî çaxê de bi bandrol derdiketin. Destûr ji dewletê dihat stendin û vergiya wê dihat dayîn. Lê ew kesên ku ev qasetên fermî derdiketin difirotin ciza dixwarin. Yanî ev tişt jî hebûn. Lê gor vî tiştî jî mirov dikare bibêje kelecanek jî hebû. Adrenalîn di dilê mirovan de bilind dibû û vê yekê mirov bihêz dikir. Lê ew tirs, adrenalîn, tiştên qorsan ev roj bi xwe re anîn. Wê çaxê 10 hezar mirov derdiketin kolanan, lê niha milyonan mirov derdikevin kolanan û Newroza xwe pîroz dikin. Her sal çoş zêde dibe.”   ÊŞ Û JANÊN DI MEHA NEWROZÊ DE   Ekîn bal kişand ser êş û janên ku di meha Newrozê de pêk hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştekî balkêş heye ku Newroz çiqas cejn û şahiyekî bi coş be jî, her sal bi xwe re qetlîamekê, şînekê, êşekê jî tîne. Helepçe, Nisêbîn çend mînakên vê ne. Di Qetlîema Helepçe de bi 10 hezaran kes hate qetilkirin. Lê dîsa jî Newroza îsal hem ji bo bîranîna wan, bîranîna kesên mehekê berê di binê kavilan de man û hem jî ji kesên ku di vê lehiya li Kurdistanê rabû de canê xwe dan tê pîrozkirin. Hem şîna wan dê bê kirin, hem jî şahiya Newrozê dê bê pîrozkirin. Ya din jî dê bibe sedema li hev dû xwedî derketina  kesên ku cihê wan yê mayînê tune ne. Ji ber vê yekê wateya Newroza îsal cûda ye. Ez bawer dikim ku dê tev li bûnekî xurt nîşan bidin.”   BANGA XWEDÎ DERKETINA MEXDÛRÊN ERDHEJÊ   Ekîn banga xwedî derketina li mexdûrên erdhejê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Amadekariyên Newrozê bê pirsgirêk qediyan û li gelek cihan Newroz dest pê kir. Dê bi çi awayî biqede em dê pêşerojê de bibînin. Bangawaziya min ew e ku ew kesên tev li Newrozê dibin ji bîr nekin ku termê bi deh hezaran kesan di binê axê de ye, malên bi 10 hezaran kesan tune ne, bi hezaran zarok hene bê xwedî mane û ji ber vê yekê bila xwedî derketinekî xurt çêbibe. Bila kes vê yekê ji bîr neke. Newroz ne tenê cejna kurdan, ya rojhilata navîn, gelê arî ye. Newroz li wan gelan tevan û hemû cîhanê pîroz be. Ez hêvî dikim ku ev pîrozbahî parve kirin, coş, kelecan û rojên azadiyê bi xwe  re bîne. Bi vê mebestê ez Newroza hemû gelan pîroz dikim.”   MA / Bazîd Evren