'Divê qanûnên ji bo sûcên li bajêr bên çêkirin û berpirsyar bên darizandin' 2023-03-20 09:05:33 RIHA - Ji ber "projeyên şaş" ên li Rûbarê Cavsakê û raporên der barê hilhatina robar de jî, tevdîr nehatin girtin. Ev yek bû sedema mirina 16 kesan. Nûnerê Odeya Plansazên Bajêr a Rihayê Mehmet Selîm Açar, bal kişand ser xeteriyên nû yên ku li benda bajêr in û xwest kesên tiliya wan di vê de heye bên darizandin.    Li Rihayê ji ber barana zêde ya ku êvara 14'ê Adarê dest pê kir, di 15'ê adarê lehî rabû. Di lehiyê de 16 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Hat hînkirin ku ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 5 kes jê ji malbateke sûriyeyî bûne û di dema erdhejê de xaniyê wan hilweşiyayê û bi awayekî demkî çûna li jêrzemîna apartmaneke din bi cih bûne. Ferdên malbatê di vê apartmanê ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. Welatiyek jî di jerzemina AVM a Piazzayê de ji ber lehiyê asê mabû û li vir jiyana xwe ji dest dabû. Welatiyên din jî li taxên Mance, Dedeosman, Akabe, Bûhara yên giredayî navçeya Eyyubiyeyê û li Xaçerêya Tunela Abîdeyê lehiye jiyana xwe ji dest dan.    GOLA MASIYAN, NEXWEŞXANE Û AVM DI BIN AVÊ DE NE   Ji ber lehiyê Gola Masiyan ya ku navenda turîzm û baweriyê ya bajêre, jêrzemîna Piazza AVM'yê û beşa lênihêrîna giran a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê ku di bin avê de man hatin valakirin.   HÎN WINDA HENE   Li navçeya Hewagê (Bozova) jî rûbarê Yalintaşê ji ber barana zêde rabû. Rêya bejahî ya navçeyê ya ber bi Curnê Reş (Hîlvan) ve di bin avê de ma. Ajokarê qamyonê Emîn Ergunê ku wê kêliyê di rê de bû, ket ber lehiyê. Hê jî xebatên lêgerînê yên ji bo Ergul didomin.    Li mezraya Boncûklû ya gundê Saraççeşme ya navçeya Serêkaniyê keça bi navê Fatma Sezer rabûna rûbarê Çîrcipê, jiyana xwe ji dest da. Xebatên lêgerînê yên ji bo Sezerê jî didomin.    DI NAVA BAJÊR DE 3 RÛBAR DERBAS DIBIN   Çendî AKP'ê erdhejê wekî 'karesata xwezayî' bi nav kir, ji bo lehiyê jî got 'nîv-karesat' û hewl da ku xwe berpirsiyariyê ji stuyê xwe derxe. Lê belê hûrgiliyên hin projeyên li bajêr eşkere dikin ku bê ev lehî çawa çêbûye.   LI SER RÛBARÊ CAVSAKÊ DERBASGEH   Çendî Rûbarê Cavsakê ku ji aliyê 20'emin Fermandariya Tûgaya Zirxî ve tê, di nava bajêr re derbas dibe jî, di sala 2012'an de li vir binerdgehek, derbasgehek û xaçerêyek hat çêkirin. Xaçerê û seyrûsefer 3 meh berê ji aliyê Serokomarê AKP'ê Erdogan ve hatibûn vekirin.   PROJE JI ALIYÊ AKP'Ê VE HATIYE GUHERANDIN   Projeya Xeçerêya Abîdeyê ku di çileya 2009'an de ji aliyê Ahmet Eşref Fakibaba ku ji AKP îstîfa kir û bû namezetê xweser ve wekî 'Nefela çarpel' hatibû amadekirin. Lê ji ber maliyetê ew proje bi talîmata Parlamenterê AKP'ê yê berê Farûk Çelîk ve hatibû guherandin.    LÊŞKERIYE MAZGAL GIRT   Deriyekî Rûbarê Cavsakê ku di nava 20'emîn Tûgaya Zirxî de ye, bi hinceta ewlehiyê mazgalên wê hatine girtin. Ji ber ku Mazgal girtiye, av derbasî jerzemînê bûye û bûye sedema lehiyê.   RAPORA IRAP'Ê    Ji aliyê din ve, Rapora Plana Kêmkirina Rîska Karesatên Bajêr a 2021'ê (IRAP) jî bi awayekî eşkere îşaret bi vê karesatê kiriye. Di raporê de behsa Rûbarên Cavsak, Karakoyûn, Akpinar (Akipa) hatiye kirin û di raporê de cihên ku dê bajêr bi karesateke muhtemel ve bibin hatine destnîşankirin û cihên ku dê di bin avê de bimînin hatine rêzkirin. Lê di dema baranê de ji ber ku tevdîr nehatine girtin tevî hişyarî û rapora navborî jî rûbarên Cavsak, Karakoyûn û Akpinarê herikîn.   Nûnerê Odeya Plansazên Bajêr a Rihayê Mehmet Selîm Açar têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. Acar got ku di sala 2021'ê di bin banê Walîtiya Rihayê de plana kêmkirina xetereyên karesatan amade kirine û got: “Ji bo Xaçerêya Abîdeyê bûdçe hat veqetandin, lê tu tevdîr nehatin girtin.”    'ME GELEK CARAN HIŞYARÎ DAN'   Açar diyar kir ku wan ji bo xetereyên heyî gelek caran deverên têkildar hişyar kirine û wiha domand: “Lê tu tevdîr nehatin girtin. Ji bo planê budçe hat veqetandin lê çima ji bo tevdîran nehat xerckirin? 12 sal berê projeya Abîdeyê xetere bû, lê çima jêrerêyeke nû hat avakirin? Me gelek caran ji ber xetereyan ew hişyar kirin û me got dê bedêla wê giran be. Mixabin guhdar nekirin û encameke wiha derket. Heta em fêrî jiyana xwezayê nebin, dê encam her bi vî awayî bin. Kes nizane bê ka ev budçe li ku hatiye xerckirin.”   QANÛNA SÛCAN   Bi domdarî Açar destnîşan kir ku divê qanûna sûcên bajaran bê derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewce ye berpirsyar bên eşkerekirin û darizandin. Dema avahî tê çêkirin, peywirdar, serperiştyarê qadê û mufetîşê înşaetê ji bo heyameke diyarkirî, ji jiyana gel berpirsyar in. Lewma di planên girêdayî bajêr de nediyar e bê ka kî ji jiyana mirovan bepirsyar e. Lewma divê qanûnên sûcên bajar bê çêkirin. Divê kesên van planan pêşkeşî rayedarên fermî dikin, meqamên van pêşkeşî meclisê dikin û yên li meclisê ev plan erê kirin tevek bên darizandin. Nexwe bi tu awayên din hesabê mirinan nayê dayîn.”   Di berdewamê de Açar got ku wan li Rûbarê Karakoyunê lêkolîn kirine û wiha pê de çû: “Kê destûra îmarê ji bo vê derê daye? Kê plana herêman daye? Kê ew sewqî meclisê kiriye? Kê li Meclisê erê kiriye? Vaye berpirsyar ev kes in. Li bajar pêdivî bi qadên şînkahiyê hene lê mixabin her dever kirine beton. Li qeraxa çem AVM çêkirine û ew jî bes nekiriye ku avahiyên 7-8 qat ava kirine. Ew jî bes nekiriye ku îcar her devera qeraxê rûbar kirine avahî. Kê destûra vê dabe, berpirsyarê karesatê jî ew e .    XETEREYA AVAHIYÊN TOKÎ YE'   Açar anî ziman ku di 30 salên dawî de xebatên binesaziyê jinûve nehatine kirin. Açar bal kişand ser înşaetên TOKÎ'yê yên li Çemê Cavsakê û wiha got: “Ne rast e li wir avahiyên TOKÎ'yê bên çêkirin. Dibe ku sibe pêşî li karesatên nû vebike. Çend sazî bêyî destûrê projeyên xwe bixwe derdixin û dikin meriyetê. Yek jî ji van TOKÎ ye. TOKÎ ji bo dabînkirina pêdiviyên bicihbûna welatiyên xizan hat avakirin. Lê niha dûrî vê rastiya xwe ye û her derê dike beton. Divê em li kêleka çem, zeviyên çandiniyê û qadên ji aliyê jeolojîk ve nebaş dev ji avakirina avahiyan berdin.”   'PEWÎSTÎ BI BAJARVANIYA SAXLEM HEYE'   Açar destnîşan kir ku li dijî bûyerên muhtemel ên karesatî tevdîr bên girtin û wiha got: “Bûyerên xwezayî her kêliyê dikarin çêbibin. Lê belê li hemberî vê yekê, bi taybetî divê şaredarî di zûtirîn demê de stokên avahiyên bi rîsk diyar bike. Avahiyên ku li kêleka çem û zeviyên çandiniyê hatine çêkirin divê di zûtirîn demê de bên tespîtkirin û ji bo veguhertina avahiyên bi zirara navîn û giran di zûtirîn demê de proje bên amadekirin. Ji bo afirandina bajarên li dijî karesatê, pêwîst e ku li gorî prensîbên plansaziyê, zanist û teknîka xwe tevbigerin. Li dijî bûyerên xwezayî pewîstî bi bajarvaniya saxlem heye."   MA / Mahmût Altintaş