Gelê Amedê ji Newrozê re amade ye: Em ê di Newrozê de starta hilbijartinê bidin 2023-03-20 10:09:31 AMED - Xelkê Amedê her sal ku bi hejmarek zêde beşdarî Newrozê dibin diyar kir ku ew ê îsal li dijî şer, zilmê, kedxwariyê, talanê û rantê tev li pîrozbahiyê bibin û ew ê di Newrozê de jî starta hilbijartina ku dê îktidarê biqewirînin bidin.    Amed her sal mazûvaniya Newrozê ya bi heybet dike. Amed û xelkê xwe wê sibê jî ji bo pîrozbahiya Newrozê mazûvaniyek dîrokî û heybet bikin. Xelkê Amedê diyar kir ku ew ê wek her sal biherikin Newroza îsal ku diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin. Şêniyên Amedê dan zanîn ku qada Newrozê qada peyamên siyasî, civakî, çandî û civakî ne û ew ê di Newrozê de jî starta hilbijartina ku dê îktidarê biqewirînin jî bidin.    ‘EM Ê YEKITÎ Û HÊRSA XWE NÎŞAN BIDIN’    Abdullah Kuzu diyar kir ku Newroz berxwedana ji heyama Kawayê Hesinkar heta îro hatiye ye û got: “Her sal tevî astengiyan jî ez tev li Newrozê dibim. Ez bi kelecan li benda Newrozê me. Ji ber erdhejê em xemgîn in. Lê belê ez ê ji bo em yekitiya kurdan nîşan bidin û nerazîbûna xwe nîşan bidin, beşdar bibim.”    ‘EM LI NAVENDA ZILMÊ DIJÎN’    Giyasettîn Kiliç jî anî ziman ku Newroz li dijî zilmê û kedxwariyê ye û wiha got: “Newroz roja nûbûna xwezayê ye. Ji ber ku Newroz di atmosfera hilbijartinê de ye hin bêtir watedar e. Ev gel wê dawî li êşên bi salane dikişîne bîne. Gelê Amedê pir polîtîk e û dizane wê çawa tercîha xwe bike. Bi salane em dibin şahide zilmê û em li navenda vê zilmê dijîn. Em ê hilbijartina xwe di Newrozê de bikin. Ez ê wek her salê îsal jî li qada Newrozê bim.”    ‘EM Ê BIRÎNÊN XWE JÎ BIPÊÇIN Û EM Ê TEV LI NEWROZÊ JÎ BIBIN’    Suleyman Kurt jî destnîşan kir ku ew beşdarî hemû Newrozan bûye û wiha axivî: “Îsal êşa me zêdetir e. Ev Newroz wê newrozek şînî be. Gelê me ji aliyekî ve birînên hev dipêçe û ji aliyekî jî wê Newroza xwe pîroz bike.”   Zeynep Eren jî diyar kir ku ew ê li dijî faşîzm û nijadperestiyê qada Newrozê tije bikin û li dijî zaliman dê peyaman û bersivan bidin.    ‘EZ Ê LI DIJÎ ZILMÊ BIÇIM NEWROZÊ’    Mehmet Demîr ê 74 salî jî anî ziman ku ew beşdarî hemû pîrozbahiya Newrozê bûye û wiha got: “Newroz roja dijderketina şer û zilmê ye. Ez ê li dijî van zilman dîsa biçim Newrozê û divê hemû gelê me beşdar bibe.    Turgay Kaya jî da zanîn ku ew hêvî dike ev bibe Newroza aştî û azadiyê û got: “Gelê me bi awayek girseyî xwedî li Newrozê derdikeve û em ê wan di sindoqan de têk bibin.”    ‘NEWROZA STARTA HILBIJARTINÊ YE’    Selam Bazkurt jî destnîşan kir ku Newroz wek her salê girîng e û wiha axivî: “Seranserî dîrokê kurd hatin înkarkirin. Em ne ew milet in ku bi înkar, kuştin û girtinan paş ve gavan biavêje. Kurd êdî ne ew kurdên berê ne. Her tim li dijî zilmê li ber xwe dan û dê her li ber xwe bidin. Newroz ji bo me di heman demê de starta hilbijartinê ye.”    PEYAMA LI DIJÎ ŞER    Abdulkadîr Ertokan jî anî ziman ku Newroza ku îsal diyarî giyana qurbaniyên erdhejê hatiye kirin di heman demê de wek qada cihê ku peyamên siyasî, civakî, çandê lê tê dayîn e û got: “Hem em ê li dijî şer rabin, hem jî wê ji bo mexdûrên erdhejê bibe moral.”    Serkan Sûbaşi jî got: “Newroza îsal wek banga hilbijartinê ye. Ez hêvî dikim ku wê Newroza îsal bibe wesîleya yekitiya gelê me.”    ‘EZ Û MALBATA XWE TEV LI DIBIN’    Umut Bartan jî diyar kir ku gelê kurd di pêvajoyek siyasî ya girîng de derbas dibin û bi Newrozê re ev pêvajo hin bêtir bi wate ye ji bo wan û wiha got: “Newroz di heman demê de cejna aştî, vejîn û azadiyê ye. Ez ê wek her sal bi malbata xwe re tev li bibim. Îsal wê pîrozbahiyek şînî be lê divê her kes tev li Newrozê bibe.”