Xelkê Qersê ji bo vêxistina agirê Newrozê kom bû 2023-03-20 11:35:40   QERS - Xelkê Qersê tevî hewayê sar jî ji bo hilkirina agirê Newrozê kom bû.    Newroza îsal bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk û bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin. Yek ji navendên Newrozê jî Qers e. Tevî hewayê sar jî bi sedan welatiyên bajar ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe dan Gara Qersê. Ji ber barîna berfa zêde, welatiyên li gundan bi zor û zehmet xwe gihandin navendê. Li qada Newrozê du noqteyên lêgerînê hatine danîn û welatî piştî lêgerînê derbasî qadê dibin. Li qada Newrozê dirûşma “Bijî Newroz” olan dide. Gelek xwendekarên zanîngehê jî tev li pîrozbahiyê bûne. Pîrozbahiya Newrozê piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.