Cenazeyê Tekdal a bi lehiyê re çûbû hat dîtin 2023-03-20 11:36:26 SEMSÛR - Li navçeya Tûtê cenazeyê Fatma Tekdal a ku ducanî bû û di lehiyê de winda bûbû, hat dîtin.    Li navçeya Tûtê ya Semsûrê di 15’ê adarê de lehî rabûbû û konteynira malbatek mexdûra erdhejê bi lehiyê re çûbû. Fatma Tekdal û keçika wê Zeynep Zumra Tekdal a salek û nîvî di lehiyê de winda bûbûn.    Piştî 5 rojan cenazeyê Fatma Tekdal hat dîtin. Ji bo dîtina cenazeyê Zeynep Zumra ya biçûk jî xebatên lêgerînê berdewam dikin. Hat zanîn ku Fatma Tekdal ducanî ye.    Li Rihayê û Semsûrê hejmara kesên di lehiyê de canê xwe ji dest dan gihîşt 19 kesan.