Newroza Qereyaziyê bi coş hate pîrozkirin 2023-03-20 14:34:37   ERZIROM - Di pîrozbahiya Newroza Qereyaziyê de ku bi hezaran kes tev li bûn, peyama “Ji bo Ocalan azadî” hate dayîn, banga îstîfakirinê li îktîdara AKP-MHP’ê kirin û Newroz bi coş pîroz kirin.    Newroza Qereyazi ya Erziromê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” hate pîrozkirin. Pîrozbahî li qada vala ya li rex avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qereyaziyê hate lidarxistin. Tevî hewayê sar jî bi hezaran kes tev li Newrozê bûn. Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo qurbaniyên erdhejê dest pê kir.    BANGA ‘HIKÛMET ÎSTÎFA BIKE’   Ji navçeyên Erziromê û gundên Qereyaziyê jî tevlibûneke xurt çêbû. Welatiyan bi dirûşma “Hikûmet îstîfa bike” bertek nîşanî îktîdara AKP-MHP’ê dan. Her wiha welatiyan tayînkirina qeyûman li şaredariyan jî şermezar kirin.    Piştî ku hevserokên HDP’ê girse silav kirî, pîrozbahî dest pê kir. Hevserokê DBP’a Erziromê Ramazan Karakaş di pîrozbahiyê de diyar kir ku dê hewayê şînê dikare bi piştevaniyê bê bidawîkirin. Karakaş, da zanîn ku Newroz “qêrîneke aştiyê” ye û bal kişand ser hemwelatiya wekhev.    Endama Partiya Meclisê (PM) ya DBP’ê Gulderen Varli jî di pîrozbahiyê de axivî û bal kişand ser lawaziya îktîdarê ya di dema erdhejê de. Di vê navberê de girseyê dirûşma “Hikûmet îstîfa bike” berz kir.    DIRÛŞMA 'BIJÎ SEROK APO'   Dema Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan derketî ser dikê, girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Ocalan, wiha got: “Gelê kurd terorîst nîne. Vîna gelê kurd qebûl nakin.” Bi domdarî Ocalan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pirsa “Kanê edalet, kanê qanûn?” kir. Ocalan, banga “Deriyên Îmraliyê vekin” kir.    Piştî axaftinan jî hunermend Kadîr Çat û dengbêj derketin seri dikê û stranên xwe pêşkeş kirin.    DAYIKÊN AŞTIYÊ JÎ LI QADÊ BÛN   Dayikên Aştiyê yên tev li Newrozê bûn, nîşaneyên serkeftinê kirin û agirê Newrozê vêxistin. Piştre jî dîmenên rengîn derketin holê.