'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’ 2023-03-20 14:41:18 ERDEXAN - Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç di Newroza Erdexanê de axivî û got: “Wê ev gel di 14’ê Gulanê de hem li hesabê qurbaniyên erdhejê û hem jî li hesabê Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê de hat qetilkirin bipirse.”    HDP, DBP, TJA û Partiya Çep a Kesk bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” li ser Cadeya Kongreyê ya Erdexanê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn.    Di pîrozbahiyê de ji bo qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin û bername hat destpêkirin û bi beşdariya gelek ciwanan agirê Newrozê hat pêxistin.    Endama Maseya Îslamê ya HDP’ê Dîba Keskin bi bîranîna qurbaniyên erdhejê dest bi axaftina xwe kir û bertek nîşanî daxuyaniyên “qeder” ên îktidarê da. Keskîn anî ziman ku kesên ji ber xemsariya erdhejê û lehiyê jiyana xwe ji dest didin ne bi “qederê” ye ku jiyana xwe ji dest didin û kavil û lehî ne qedera gel e.    ‘LI DIJÎ KURDAN ŞER DIKIN’    Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç diyar kir ku agirê Newrozê ku bi darikên niftikê dest pê kir îro li her deverê gur bûye û wiha got: “Newroz ji bo kurdan watedar e. Tevî ku kurd aştiyê, demokrasiyê û azadiyê dixwazin jî lê îktidara riziyayî li dijî kurdan şer daye destpêkirin. 8 sal in bênavber êrişî kurdan û dostên wan dikin.”   TECRÎDKIRINA ABDULLAH OCALAN    Sarisaç anî ziman ku pirsgirêka kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye û got: “Dema ku muzakere bi Rêberê Gelê Kurd re dihatin kirin, ekonomi gelek baş bû. Kengê mase hat qelabtin, carek din welat xistin nava krîzan. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li ser tevahiya civakê belav bûye. Îro her kes tê tecrîdkirin. Herêmên erdhejê jî xistine bin tecrîdê.”    ‘WÊ GEL HESABÊ KEMAL KÛRKÛT JI WAN BIXWAZE’    Sarisaç bal kişand ser hilbijartina 14’ê Gulanê de û wiha got: “Bila ji HDP’ê bitirsin. HDP ne partiyek deh salî ye. Partiya gel e û bi ruhek şoreşger heta van rojan hatiye. Wê ev gel di 14’ê Gulanê de hem li hesabê qurbaniyên erdhejê û hem jî li hesabê Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê de hat qetilkirin bipirse.”    Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zulehya Gulum jî got: “Teqez em ê bi ser bikevin. Em ji hemû sûcdaran hesab bixwazin. Bila nebêjin ku em ê di qesran de bi rehetî rûnin. Wê gotinên dawî berxwedêr bêjin.”    Pîrozbahî li ber stran û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.