Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e 2023-03-20 15:40:57   AGIRÎ - Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî ku Agiriya agirê Newrozê lê hate vêxistin axivî, diyar kir ku li dijî krîza li welat çareserî Rêya Sêyemîn e û anî ziman ku mûxatabê rêya çareseriyê û xwediyê rêyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.   Bi hezaran kes beşdarî Newroza ku li Parka Newrozê ya Agiriyê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” pêk hat bûn. Welatiyên ji gelek gund û taxên girêdayî bajêr di saetên serê sibê de ketin qadê. Li qada Newrozê ku ji 7 heta 70 salî gel tev li bûn, tevlibûna jinan û ciwanan a zêde balkêş bû.    Gelê Agiriyê ku bi kiras û fîstan û şel û şepikên xwe tev li Newrozê bûn her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Newroz Pîroz Be” qîr kirin. Li qadê li gelek cihan pankartên “Dem Dema Jin Jiyan Azadiyê Ye” û “Her der Newroz, her dem azadî” û alên Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin daliqandin. Ji bilî bi hezaran welatiyan parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî, parlamenterên Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Abdûllah Koç, Platforma Şaxan a Konfederasona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û nûnerên gelek saziyên sivîl ên civakî beşdar bûn.    Bernameya Newrozê ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de di erdhej û Komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzgirtinê dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de bi hezaran dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. Parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr a ewilî li vir axivî, diyar kir ku pereyên di çarçoveya baca erdhejê hatin komkirin ji aliyê desthilata AKP’ê û MHP’ê ve ji bo gelê kurd tune bikin hatin bikaranîn û wiha got: “Gel li herêma erdhejê birçî û tî hate hiştin. Bacên gel ji bo gelê kurd ji holê rakin ji bo budçeya şer hate xerckirin.”    ‘NEWROZA HESAP PIRSÎNÊ’     Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir ku partiya wan û gel bi vîneke mezin, eşqa têkoşînê û biryardarî qadên Newrozê dagirtin û agirê Newrozê vêxistin. Temellî, destnîşan kir ku agirê Newrozê agirê berxwedan, têkoşîn û hesab pirsînê ye û wiha got: “Êş, hêrs, keser û serhildana me mezin e. Di erdhejê de 50 hezaran zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan. Desthilat şûna ku hesabê bi de hewl dide pergala xwe ya talanê li ser piyan bihêle. Dema ku dawî li vê desthilata zordar bê anîn hatiye.”   ‘DEM DEMA LI DIJÎ MIRINÊ PARASTINA JIYANÊ YE’    Temellî, destnîşan kir ku hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji şer re tê xerckirin û pereyên erdhejê ji bo tank, top û fîşekan tên xerckirin. Temellî, bi lêv kir ku rojê bihayê 5 milyon dolaran fîşekên topan li dijî kurdan tên bikaranîn û wiha got: “Ji ber ku ev dijminên kurd in û hewl didin desthilata xwe bi kuştina kurdan bidomînin. Şûna ku ji mirovan re stargehên baş çêbike êriş Başûr û Rojava dike. Em naxwazin bimirin dixwazin bidin jiyîn. Kesên van qadan tejî dikin ew ên ku ji bo domandina jiyanê li hev dicivine. Li dijî mirinê dem dema parastina jiyanê ya bi hev re ye. Tiştekî ku AKP bide vî welatî nema ye. Hemû çavkaniyên welat xelas kirin. Madem we mase qeliband we heq kiriye ku di bin wê maseyê de bimînin.”   ‘ÇARESERÎ RÊYA SÊYEMÎN E’    Temellî, destnîşan kir ku li dijî krîza li welat çareserî Rêya 3’yemîn e û muxatabê rêya çareseriyê û xwediyê rê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Temellî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke em çareseriyê bixwazin muxatab Birêz Ocalan e. Heta ku pirsgirêka kurd çaresre nebe wê tiştek bi rê de neçe. Werin em bi hev re ji bo çareseriya vê pirsgirêkê gavekê biavêjin. Çareserî bi muxatabê wê re tê çareserkirin. Ji bo ku bi muxatab re çareserî pêk wree navnîşana çareseriyê Meclis e. Werin em bi hev re Meclisê veguherînin Meclisa Tirkiyeya demokratîk. Yekane daxwaza gelê Mezopotamyayê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê çareserî ye.”   ‘EM Ê SERBIKEVIN’   Temellî, têkildarî hilbijartina 14’ê gulanê de jî ev tişt gotin: “Em ê li Kurdistanê serbikevin û li rojavayê Tirkiyeyê jî bi desthilata AKP’ê û MHP’ê bidin windakirin. Em ê wan ji vir paqij bikin. Wê di sindoqa Meclisê de HDP Tifaqa Ked û Azadiyê qezenç bike di sindoqa din de jî faşîzmê hilweşînin. Bi saya vê wê hiqûq, edalet û xizanî bi dawî bibe. Ev pergala tecrîdê dê bi dawî bibe.”    Piştî axaftinên hatin kirin bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” agirê Newrozê vêxist.    Bername bi stranên kurdî û tirkî yên Koma Dengê Meyman gotin bi dawî bû.