TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin 2023-03-20 15:55:47   AMED - TJA’yê têkildarî Berdevka TJA’yê ya berê Ayşe Gokkan daxuyanî da û wiha got: “Em van cezayên derhiqûqî yên li berxwedêran tên birîn qebûl nakin û divê dewlet tavilê dev ji van derhiqûqiyên xwe berde.”   Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat ragirtin, di 2’yê adarê de sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hate kirin. TJA’yê têkildarî Gokkan daxuyaniyeke nivîskî da û got ku ew van sepanên derhiqûqî qebûl nakin.    TJA’yê diyar kir ku zilma dewletê ya li ser berxwedêrên zindanan her ku diçe dijwartir dibe û wiha got: “Bi taybet jî li ser berxwedêrên jin didome. Berdevka me ya berê Ayşe Gokkan ku demekê dirêj bû li Girtîgeha Amedê dihat ragirtin, ji ber sedemên nediyar sirgunî Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hate kirin. Bi hinceta ku di di 15’ê Tebaxê, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Cîhanê, salvegera Komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileyê û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dirûşm berz kirine, 17 caran cezayên disiplînê lê wê û hevalên wê hatin birîn. Heta 14’ê nîsanê jî cezayê qedexeya hevdîtina girtî û hevdîtina vekirî lê hatibû birîn.”   BANGA JI BO SAZIYÊN JINAN   Bi domdarî TJA’yê destnîşan kir ku ew van cezayên derhiqûqî yên li berxwedêrên zindanan tên ferzkirin qebûl nakin û wiha bi dawî kir: “Em van derhiqûqiyan bi tu awayî napejirînin û divê dewlet tavilê dev ji van polîtîkayên xwe berde. Li ser vî esasî em bang li hemû saziyên jinan û saziyên mafên mirovan dikin ku li dijî van biryaran derbikevin.”