Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne 2023-03-20 16:12:51   AMED - Girtiyê bi navê Cem Yagci ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin, bi nameyekê bal kişand ser binpêkirinan û wiha got: “Qedexeyên ku di tu rêziknameyan de cih nagirin li me ferz dikin û dixwazin serî bi me bidin tewandin. Ewlehiya canê me nîne.”    Girtiyê bi navê Cem Yagci ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê di hucreyê de tê ragirtin, têkildarî binpêkirinên li girtîgehê ji ajansa me re nameyek şand.    ‘EWLEHIYA CANÊ ME NÎNE’   Yagci, diyar kir ku qedexeyên di giştînameya Wezareta Dadê de cih nagirin li wan tên ferzkirin û wiha got: “Li gel ku cezayê muebbeta giran li me hatiye birîn jî, em bi awayekî derhiqûqî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Rojê tenê du saetan em dikarin derkevin cihê hewadariyê. Ji bilî sporê em nikarin tev li tu xebatên civakî bibin. Qursên ku didin komên ji sûcên cuda, nadin girtiyên siyasî. Li gorî min vê yekê jî ji ber nasnameya me dikin. Em û komên cuda yên sûc (edlî-cemaet) li ba hev tên ragirtin. Em nizanin bê ka ev kes kî ne. Dema em li korîdorê rastî hev tên, dikevin nava tevgerên nîjadperest. Lewma ewlehiya canê me tune ye. Dixwazin berê me û van kesan bidin hev lewma ev sepan xistine meriyetê. Ev tiştên tên kirin di tu rêziknameyan de tune ne.”   ‘SILAVDAYÎNA ME HATIYE QEDEXEKIRIN’   Di berdewamê de Yagci wiha got: “Bi tu awayî nahêlin em û hevalên me yên li heman korîdorê dimînin bi hev re wêne bikişînin. Her wiha nahêlin em xwarinê bibin cihê hewadariyê. Nahêlin du kes li cihê hewadariyê kişikê bilîzin. Weke ku bibêjin bi tena serê xwe bilîzin. Di giştînameya Wezareta Dadê de tê gotin ku dê li girtîgehên bi vê tîpê kêr û firaqên ji hesin bidin girtiyan lê nadin me. Firaq û kêrên didin me, di tiştekî her biçûk de dişikên û tiştên di nav de dikevin nava xwarina me. Rêveberiya girtîgehê van tiştên bêqelîte û ne bi tendurist difiroşe me û xetereyê li ser tenduristiya me çêdike. Her wiha bincil, şimik, xawlî û hwd. ên malbatên me dişînin jî bi hinceta ku li kantînê hene nayên dayîn. Me neçar dihêlin ku em tiştên bêqelîte û biha bikirin. Her wiha di giştînameya Wezareta Dadê de mafê hevdîtinê weke saetek û nîv hatiye diyarkirin lê tenê saetekê destûrê didin. Li gel ku em li heman korîdorê ne jî nahêlin em di navbera odeyan de dan û standinê bikin. Li gel vê yekê, her wiha qedexekirina ku em silavê bidin hevalên xwe yên li korîdorê derbas dibin.”    ‘LI TU GIRTÎGEHAN NÎNE’   Nameya Yagci bi van agahiyan diqede: “Ev sepan bi temamî keyfî ne. Tu sedemên wan jî nînin. Weke ku rewşa me ya tecrîdê bes nebe, îcar têla dirêhî xistine ber paceyan û em ne ronahiyê dibînin û ne jî hewa tê hundir. Ev sepan, sepanekî keyfî ye. Dema em diçin cihê hewadariyê, revîr û hwd. gelek caran nava pêlavên me dinihêrin. Tu aliyeke mantiqî yê vê sepanê nîne û sepanekî keyfî ye. Her wiha li ser me digerin û heta carnan ev lêgerîn rojê du caran tê kirin. Xebatkarên girtîgehê weke ku lêgerîn kiribin, carnan tên odeyên me belav dikin. Bi rêya zexta psîkolojîk dixwazin em li ber wan serî bitewînin.”