Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an 2023-03-20 16:28:23   NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê aşkere kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 50 hezar û 96’an.    Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku hejmara kesên di erdheja navenda wê Mereş de jiyana xwe ji dest dane derket 50 hezar û 96’an. Hate diyarkirin ku hejmara birîndaran jî 107 hezar û 204 e.