Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê 2023-03-21 11:22:35   AMED - Ciwanên ku li dijî tecrîda Îmraliyê hêrsa xwe veguhestin qada Newrozê bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” dest bi dagirtina qadê kirin.    Fînala Newroza 2023’yan a ku îsal bi dirûşmeya “Her dem azadî, her der azadî” tê lidarxistin û diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin li Parka Newrozê ya li Amedê pêk tê. Gelê ku ji çar aliyên bajêr bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” ber bi qadê ve diherikin, qada ku wê agirê Newrozê lê bê vêxistin dagirtin.     LI QADÊ HÊRSA LI DIJÎ TECRÎDÊ     Di Newroza Amedê ku her sal malovaniyê ji pîrozbahiyên dîrokî re dike de îsal hêrs heye. Hêrsa li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin heye. Ciwanên ku di saetên serê sibê de ber bi qada Parka Newrozê ve çûn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” li bende mayîna xwe didomînin.    HER KU DIÇE QAD TEJÎ DIBE    Li qada Newrozê ku her ku diçe tejî dibe, alên kesk û sor û zer û alên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çep a Kesk, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) dihejin.    Li Qada Newrozê ku bi zêmarên li ser dikê tên lêxistin bendemayîn didome û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” , “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin.