Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê 2023-03-21 11:23:37   HATAY- Walîtiya Hatayê di çarçoveya OHAL’ê de ji bo avakirina bajarên konteyniran bi awayekî demkî dest danî ser erdên çandiniyê.    Walîtiya Hatayê di çarçoveya OHAL’ê de li navçeyên Antakya, Arsuz, Belen, Defne, Kirikhan, Hassa û Dortyolê bo demekî dest danî ser erdên çandiniyê. Hat ragihandin ku ji bo pirsgirêka cihê mayînê yê mexdûrên erdhejê dê li van deveran bajarên konteyniran bên avakirin. Her wiha ji bo vê kiriyarê jî OHAL weke hincet hate nîşandan.    Hat ragihandin ku dê heqê destdanîna demkî piştre li xwediyên erd bê şandin.