Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin 2023-03-21 16:11:20   ÇANAKKALE - Gelan di Newroza Çanakkaleyê de diyar kir ku wê mirovahî bi ser bikeve û dê pergala gemarî biguherînin û bi hev re bi ser bikevin.    Li bajarê rojavayê Tirkiyeyê Çanakkaleyê jî bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî li taxa Esenler a Çanakkaleyê hat kirin û bi hezaran kes tev li bû. Li qada Newrozê pankartên “Em qurbaniyên xwe erdhejê bi rêzdarî bi bîr tînin”, “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” hatin daliqandin. Welatiyan egalên kesk, sor û zer û flamayên Amedsporê li stûyê xwe pêçan.    Serokê Şaredariya Çanakkaleyê Ulgur Gokhan û gelek nûnerên rêxistinên sivîl jî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Bernameya Newrozê bi rêzgirtina bo qurbaniyên erdhejê dest pê kir.    Pêşkêşvanê bernameya Newrozê Omer Fîlîz axaftina Yilmaz Guney ku di Newroza Parîsê ya sala 1984’an de kiribû bi kurdî xwend.    Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Tûrgût Haskan anî ziman ku ew îsal agirê Newrozê ji bo aştî û demokrasiyê pêdixin û ew ji hilbijartina 14’ê Gulanê bi hêvî ne û dê azadiyê bîne.    ‘EM NEÇARIN KU VÊ PERGALA GEMARÎ BIGUHERÎNIN’    Piştre jî Serokê EMEP’ê yê Çanakkaleyê Muzaffer Dagtekîn axivî û diyar kir ku Newroz roja berxwedan, aştî û azadiyê û her wiha roja li dijî derketina zilmê ye û agirê ku Kawa pêxist îro rêya rizgariya gelan ronî dike. Dagtekîn da zanîn ku ew ê bi hemû hêza xwe li dijî pergala riziyayî bixebitin û got: “Divê em her awayî ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê bixebitin. Pêwîste 14’ê Gulanê ji bo me bibe amûrek. Em neçarin ku vê pergalê gemarî biguherînin.”    Piştre rêveberên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk derketin ser dikê û gel silav kirin.    ‘LI DIJÎ DEHAQAN TÊKOŞÎN’   Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’ê Bûrcû Ozaydin jî axivî û diyar kir ku ew îsal ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê ku îktidarê wan di bin kavilan de hişt agirê Newrozê pêxistin û got: “Em ê hesabê qurbaniyan ji vê îktidara faşîst bixwazin. Em ê hesabê Kemal Kûrkût, Denîz Poyraz, Alî Îsmaîl Korkmaz, Tahîr Elçî ku ji aliyê vê rejîma faşîst ve hatin qetilkirin, bixwazin. Em ê her li dijî Dehaqan têbikoşin. Bila ev Newroz bibe Newroza şoreşa jinan.”    Hevserokê HDP’a Bajarê Çanakkale Omer Farûk Kiniç jî axivî û anî ziman ku Newroza 2023’yan wê ji bo gelan bibe destpêkek nû û silav ji girtiyan re şand.    ‘BI HEV RE DÊ BI SER BIKEVIN’    Hevberdevka Partiya Çep a Kesk ê Bajêr Îclal Gîtmez jî destnîşan kir ku ew ji bo qurbaniyên erdhejê di şînê de ne û li dijî vê îktidarê têbikoşin, biguherînin û bi hev re bi ser bikevin.    HÊVIYA NEWROZÊ    Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî di pîrozbahiyê de axivî û got ew hêvî dike ku wê Newroz rê li ber hêvî û hêza nû vekeû ew her li dijî zilm û polîtîkayên AKP’ê yên şerxwaz têbikoşin û dê hemû bi hev re li ser vê axê pêşwaziya aştiyê bikin.    Piştî axaftinan Dayika Aştiyê Yildiz Kiliç û beşdarên Newrozê bi hev re agirê Newrozê pêxistin.    Pîrozbahî li ber stranên hunermend Azad Bedran bi dawî bû.