Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe 2023-03-22 12:25:16 STENBOL - Encama pêşbirka 26’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe diyar bû. Nûçegihanên MA û JINNEWS’ê yên girtî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hatin dîtin.    Di pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe de rojnamegerên xelat wergirtin diyar bûn.    Di Beşa Xelata Nûçeyên Nivîskî de nûçegihanê BîrGunê Tîmûr Soykan bi nûçeya xwe ya “Dinyaya tarî zaroka daqurtand”,  di Beşa Nûçeyên Bidîmen de nûçegihanê Arti TV’yê Mehmet Zekî Kaya bi nûçeya “Ji Ferhat Encu re şimaq, ji rojnamegeran re astengkirin”, di Beşa Nûçeyên Bidîmen de nûçegihan Tunca Ogreten û kameravan Mûrat Baykara û Omer Çakan hêjayî Xelata Taybet a Juriyê, di Beşa Wêneyan de ji BîrGunê Ugur Şahîn bi wêneyê “Em jî mirin lê nehatin veşartin” û di Beşa Xelatên Rojnamegeriya Herêmî de ji Rojnameya Dêrsimê Mûrat Gureş bi nûçeya “Kesên dengê her kesî dibihîsin hene, lê yê wan tune ne: Evdal di erdhejê de jî rastî cihêkariyê tên” hêjayî xelatê hate dîtin.    XELATA TAYBET A JURIYÊ   Juriyê îsal biryar da ku du Xelatên Taybet ên Juriyê bide. Di vê çarçoveyê de xelatek da nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê yên girtî ya din jî ji bo bîranîna rojnamegerên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn, da Nûçegihanê Rojnameya Sesê ya Hatayê Akin Bodur.    Dê xelat, di 10’ê nîsana 2023’yan de di roja rojbûna Metîn Goktepe de bi torenekê bên dayîn.