Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin 2023-03-22 15:58:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî di merasîma oxirkirina 9 şervanên YAT’ê ya li Hesekê de axivî û wiha got: “Em ê heta dawiyê destkeftiyên Şoreşa Rojava û gelê xwe biparêzin.”    Di 15’ê adarê de ji ber rewşa nebaş a hewa, li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê helîkopterek ketibû û 9 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo oxirkirina şervanên YAT’ê, li Stadyûma Serdemê ya Hesekê merasîma cenazeyê hat lidarxistin. Cenazeyên ku ji Nexweşxaneya Şehîd Sarya hatin wergirtin, bi konvoyekê anîn pêşiya stadyûmê û li wir jî li ser milan derbasî stadyûmê hatin kirin. Bi hezaran kes tev li merasîma oxirkirinê bûn û bênavber dirûşmên “Şehîd namirin” berz kirin.    Merasîma oxirkirinê, piştî merasîma leşkerî û radestkirina wesîqeyên şehadetê ji bo malbatan, bi axaftinan dom kir.   ‘EM BI HEVALÊN XWE SERBILIND IN’   Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî di merasîmê de axivî û ji malbatên 9 şervanan re sersaxî xwest. Mazlum Ebdî da zanîn ku wekî hevalên şehîdan ew bi wan serbilind in û wiha domand: “Ser navê Fermandariya HSD’ê em hemû gel û dostên xwe yên îro li vê derê êşa me parve dikin, silav dikin. Di bûyera şahadetê de gelek dostên me li gel me sekinîn, ji me re bûn alîkar ku şehîdên xwe bînin vê derê. Em spasiya wan jî dikin. Îro em li vir fermandarên YAT’ê Şervan Kobanê û 8 hevalên wî yên qehreman oxir dikin. 9 qehremanên şoreşa Rojava, pêşengên HSD û gelên me yên pêşengtiya şerê terorê dikirin oxir dikin. 9 ciwanên çeleng û fedekarên xwe bi rê dikin. Bi vê boneyê, wekî tevahiya şehîdên me, ew jî ji me re bûne mînak, rêber û dilsoziya me xurtir kirin. Li ser vî esasî em ê girêdana xwe xurtir bikin. Xebatên ku ew tê de cih digirtin em ê teqez bi serbixînin.”    BANG LI CIWANAN KIR   Bi domdarî Ebdî anî ziman ku ew ê heya dawî deskeftiyên Şoreşa Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê saziyên xwe yên leşkerî heya dawî biparêzin da ku heza me HSD û tevahî saziyên me bigihîjin astekê tu carî têk neçe. Wê HSD’ tu carî têk neçe. Bi vê wesîleya bi êş, di hizûra şehîdên ciwanên gelê me de em bang li hemû ciwanan û pêkhateyên herêmê dikin ku tev li hêza me YAT’ê bibin û em destkeftiyên şoreşa xwe li dijî dijminan biparêzin. Wê alaya şehîd Şervan û 8 hevalên wî tu carî nekeve û wê di destê hevalên wan de be. Wê ev al heya serkeftinê bilind bibe. Şehîd namirin.”   Piştre jî Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El Mihbaş, Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Selma Xelîl û Nûnerê Kongreya Îslama Demorkatîk Mela Ebdurheman Bedirxan axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbatan hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.    CENAZE HATIN OXIRKIRIN   Piştî axaftinan, cenaze ber bi deverên ku dê lê werin definkirin ve hatin oxirkirin. Di vê çarçoveyê de cenazeyê Şervan Kobanê (Ebdo Ehmed Ebdî) dê li Kobanê, cenazeyên Feraşîn Baran (Nejbîr Mehmûd Hemdo), Dîdar Dêrik (Hemdiya Seydo Seydo), Hogir Dêrik (Elaa Ednan Hemûd), Dogan Efrîn (Hadî Hemdûş Zahir), Koçer Dêrik (Diwêş Ehmed Omer) û Harûn Rojava (Mecîd Silêman Mihemed) li Dêrikê, cenazeyê Rojeng Rifet (Berfîn Bîlal Rifet) li Şehbayê û cenazeyê Xebat Dirbêsiyê (Rênad Îzedîn Elî) jî dê li Dirbêsiyê bê definkirin.