MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne 2023-03-22 16:59:44 NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê têkildarî 4 kesên bi hinceta pîrozkirina Newrozê li Efrînê ji hêla komên paramîlîter ve hatin qetilkirin, daxuyanî da û wiha got: “Berpirsyarên vê komkujiyê, îktîdar û dûvikên wê yên Efrîn dagirkirin in.”    Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk di êvara Newrozê (20’ê adarê) de li navçeya Cindirês a Efrînê êrişî pîrozbahiya Newrozê kirin û komkujiyek pêk anî. Di êrişê de ji heman malbatê 4 welatiyên sivîl bi hovane hatin qetilkirin. Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî komkujiyê daxuyaniyek da û xwest ku berpirsyarên vê hovîtiyê bên darizandin.    MSD’Ê bi bîr xist ku di 20'ê adarê de komên paramîlîter ên dewleta tirk piştgiriya wan dike, li navçeya Cindirêsê dema agirê Newrozê vêdixistin 4 bira qetil kirine. Bi domdarî MSD’ê wiha got: “Em vê komkujiyê û bêdengiya li hemberî wê şermezar dikin û ji bo malbatên şehîdan sersaxiyê dixwazin.    ‘BERPIRSYARÊN SÛC DEWLETA TIRK Û AMÛRÊN WÊ NE’   Ev sûc, encama dagirkerî, koçberkirin û kiryarên dijminatiya li dijî kurdan e. Sûcê ku li Cindirêsê hate kirin ji çarçoveyeke siyasî, ewlehî û civakê tê. Desthilata dagirker û amûrên wê yên ku Efrîn dagirkirin, rasterast ji vî sûcî berpirsyar in. Di heman demê de hemû aliyên ku çavê xwe li sûcên domdar ên dagirkirî û koçberkirina niştecihên resen girtine berpirsyar in.    Divê tavilê ev tevdîr werin girtin;    *  Divê Efrîn weke herêmeke mirovî ya bêçek were ragihandin û tevahî komên çekdar jê werin derxistin. Divê niştecihên resen bi çavdêriya civata navneteweyî bi ewle vegerin warê xwe.   * Divê berpirsên komkujiyên li dijî mirovahiyê û binpêkirinên rojane yên qanûnên mirovî yên navneteweyî werin muhasebekirin.   * Divê rêveberiya herêma Efrînê û ewlehiya wê radestî niştecihên wê yên resen bê kirin û sîstemeke dozgerî ya adilane were avakirin.   * Divê hemû girtî û revandî serbest werin berdan. Divê aqûbeta ku kesên bi darê zorê winda bûne were eşkerekirin. Her wiha divê tazmînatê bidin kesên ku ziyan dîtîne.    * Divê temînata derbasbûna dezgehên ragihandinê û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî bo Efrînê were dayîn da ku karên xwe bi serbestî bikin.”