Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2023-03-22 19:28:17 AMED - Girtî Abdulhalîm Kirtay ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de bû, piştî 30 salan hat berdan. Rewşa tenduristiya Kirtay xedar e.    Girtî Abdulhalîm Kirtay ku di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, piştî 30 salan hat berdan. Kirtay di sala 1993'yan de li Farqîna Amedê hatiye binçavkirin û paşê bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yepareyiya dewletê" 36 sal ceza lê hatiye birîn. Kirtay piştî 30 salên cezayê lê hatiye birîn temam kir, îro ji Girtîgeha Bûrhaniye ya Kayserî ya Tîpa T'yê derket. Xizmên Kirtay ên li Yalovayê ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin. Hat dîtin ku gava Kirtay ji girtîgehê derketiye nikaribûye li ser pêyan bisekine, ji ber rewşa tenduristiya xwe.