Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket 2023-03-22 19:48:38 AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku îro hat berdan, li ber deriyê Girtîgeha Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Bayindir got: “Li hember zilm û zordariyê em ê her tim li ber xwe bidin. Em ê tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê, wekheviyê û demokrasiyê her tim berdewam bikin.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin, di danişîna ewil a dozê de hat berdan. Keskîn li ber deriyê Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind bi girseyî hat pêşwazîkirin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevserokê  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevserokê DBP'ê yê Amedê Hayrettin Altûn, Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan, endam û rêveberên DBP'ê, HDP'ê û saziyên sivîl Bayindir pêşwazî kirin.    ZILM Û ZORDARIYA LI HUNDIR   Bayindir gava ji girtîgehê derket li wir axivî û wiha got: "Hûn tev bi xêr hatin, li ser seran û serçavan hatin. Ev piştgirî ne tenê ji bo me, ji bo partiya me hemûyan e. Li hember zilm û zordariyê em ê her tim li ber xwe bidin. Em ê tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê, wekheviyê, demokrasiyê her tim berdewam bikin. Silavên hemû hevalên di hindir de ji gel û ji we re heye. Newroza we hemûyan piroz dikim. Bi rastî nefesgirtin jî di hundir de bi tekoşînê ye. Zilm û zordariyek di hindir de heye. Ji ber vê yekê hêviya hevalan ji gelê me, ji we û hevrêyên me heye. Pêvajoyeke girîng li pêşiya me ye. Baweriya me ew e ku dê tifaqa me Tifaqa Ked û Azadiyê bi ser bikeve. Ji ber vê yekê pêwist e em li gund, tax û malan, em li ku derê bin serkeftineke mezin bi dest bixin. Em ê siberoja gelê xwe, siberoja xwe û azadiya xwe bi dest bixin û dîsa mala we tevan ava.”