Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin 2023-03-22 21:01:59   MÊRDÎN – HDP, DBP û Partiya Çepgir a Keskan li Qoserê du malbatên xeydan li hev anîn.    Li Mêrdînê Qoserê di rojên ewil ên sala 2023yan de du malbatan şer kiribû û di vî şerî de kesek miribû. Malbata Aydinê ku bi eslê xwe ji gundê Xirbê Mamitê yê navçeya Mehsertê û malbata Araçê ku ji gundê Lalanî yê navçeya Şemrexê ye, bi rêya hin şandeyan hatin cem hev. Her du malbat bi liv û tevgerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepgir a Keskan a Mêrdînê û navçeya Qoserê hatin cem hev.    Piştî hevdîtinan malbat ewilî li gundê malbata Aydinê bi hev re rûniştin û xwarin xwarin. Paşê her du malbat li gundê malbata Araçê xwarin xwarin û li hev hatin.