Derbarê îşkenceya li Licê de lêpirsîn hat destpêkirin 2023-03-23 08:44:32   AMED - Li Licê derbarê îşkenceya li zarokê 14 salî Y.D. ku hat kirin, lêpirsîn hat destpêkirin.    Li navçeya Licê ya Amedê pêr êvarê zarokê 14 salî Y.D. ku bi hevalê xwe re vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve hat revandin û îşkence lê hat kirin. Y.D. ê ku hatibû revandin dev û destê wî bi awayek girêdayî li newalekî hatibû dîtin. Li ser belavbûna nûçeya derbarê zarok de Serdozgeriya Komarê ya Amedê ragihand ku derbarê polîsan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.