Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de coşa Newrozê 2023-03-23 08:59:16 MAHABAD - Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de Newroz hate pîrozkirin.     Li seranserê çar parçeyên Kurdistanê pîrozbahiyên Newroza 2023'yan bi coşeke mezin derbas bû. Ne tenê li bajar û navçeyan li gundan jî bi beşdariya gelek niştecihên gund û navçeyên derdorê Newroz hatin pîrozkirin. Yek ji wan gundan jî gundê Kulice bû.    Li vî gundê ku di navbera Mahabad û Bokan de ye bi sedan welatî li hev kom bûn û agirê Newrozê vêxistin. Piştî sirûd û stranên şoreşgerî, welatiyan govend gerand. Welatiyên ku Jîna Emînî û ciwanên di serhildanên piştî Jîna Emînî destpêkiribûn bi bîr anîn, Newroza têkoşerên ku di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane jî pîroz kirin. Gelek malbatên ku zarokên wan di oxira welêt de jiyana xwe ji dest dabûn jî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn û bi coş serfiraziya zarokên xwe pîroz kirin.