Li Îzmîrê avahiyên 45 nexweşxaneyan bi xetereyê re rû bi rû ne 2023-03-23 09:02:14 ÎZMÎR - Li gorî lêkolîna JMO'yê, li Îzmîrê 45 nexweşxane bi xetereya erdhejê re rû bi rû ne. Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Suleyman Kaynak xwest ku "rapora xetereya erdhejê" ya hemû nexweşxaneyên bajêr bê amadekirin û bi raya giştî re bê parvekirin.   Odeya Endezyarên Jeolojiyê (JMO), di sala 2019'an de 2 hezar û 420 nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li herêmên erhdejê ne vekolandin. JMO'yê diyar kir ku li Tirkiyeyê 616 nexweşxane li cihên xetere ne û li Îzmîrê jî 45 nexweşxane bi xetereyê re rû bi rû ne. JMO'yê destnîşan kir ku ev lêkolîn nexweşxaneyên mezin nahewîne.    Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ku Odeya Bijîşkan a Îzmîrê di 14'ê adarê de daxuyandibûn,  li seranserê welêt hezar û 534 nexweşxane hene. Ji van jê 900 girêdayî wezaretê, 68 nexweşxaneyên zanîngehan û 566 jî nexweşxaneyên taybet in. Her wiha nayê zanîn bê ka ji van nexweşxaneyan çend jê li hemberî erdhejê tekûz in.   Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Suleyman Kaynak ku li ser mijarê em pê re axivîn, diyar kir ku li Îzmîrê piraniya nexweşxaneyên dewletê li gor rêziknameya erdhej ya beriya sala 2000'î hatine çêkirin û got ku divê rewşa van nexweşxaneyan bê nirxandin û encamên wê bi awayekî zelal bi raya giştî re bên parvekirin.   ENCAM NEHAT PARVEKIRIN   Kaynak bilêv kir ku piştî erdheja 30'yê cotmeha 2020'î a li Bayrakliya Îzmîrê, tevî röxıstınön pişeyi ji saziyên cemaweriyê xwestine "nirxandina performansa erdhejê" bê kirin û got ku piştî vê xebatên ji bo kontrolkirina erdhejê hatine kirin, lê belê ev lêkolîn bi raya giştî re nehatiye parvekirin.    Kaynak anî ziman ku li bajêr nêzî 30 nexweşxaneyên dewletê û bi qasî ji sê payên ên dewletê du pay jê jî yên taybet hene û got ku ji navendên tenduristiyê yên malbatê heta bi nexweşxaneyên perwerdehî û lêkolînê divê hemû tesîsên tendirûstiyê di testeke cidî ya performansê de derbas bibin û encamên vê bi raya giştî re bên parvekirin. Kaynak da zanîn ku piştî erdheja 30’yê Cotmeha 2020'an li tu tesîseke tenduristiyê xebatên rojane nehatine rawestandin û got: “Ev rewş nîşanî me dide ku; ev sazî li hember erdhejê tezkûz in. Lê di vê der barê de raporek me li ber destê me tune ye. Lê ger avahiyên ne tekûz hebin û ev xebat hatibin domandin, ev sûc e."    Kaynak bang kir ku avahiyên bi guman û bi xetere bên xurtkirin. Kaynak destnîşan kir ku ger di warê aborî an jî teknîkî de xurtkirina hin avahiyan ne pêkan be, demildest divê ew avahî bên valakirin û xerakirin û jinûve bên çêkirin.    Kaynak da zanîn ku li Îzmîrê gelek nexweşxaneyên kevn hene û got ku divê ev nexweşxane demildest bên testkirin. Kayak bibîr xist ku Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Zarokan a Behçet Ûz di sala 1938'an de û Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Tepecîkö jî di salên 1960'î de hatine avakirin.   Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Suleyman Kaynak xwest ku "rapora xetereya erdhejê" ya hemû nexweşxaneyên bajêr bê amadekirin û bi raya giştî re bê parvekirin.