Navendeke terapiyê ya di hundirê çiyê de: Şikeftên Xwê 2023-03-23 11:10:55   ÎDIR - Şikeftên Xwê yên 5 hezar salî ku li navçeya Qulpê ya Îdirê ne, pêdiviya gelek bajarên Kurdistanê ya bi xwê jî pêşwazî dikin. Li hêla din ji bo nexweşiyên bêhnkurtk û bronşîtê baş tên lewma gelek welatî weke navenda terapiyê bi kar tînin.    Şikeftên Xwê yên li navçeya Qulp a Îdirê, bi hezaran sal e ji hêla gelek şaristaniyan ve weke kana xwê hatin bikaranîn. Ev şikeftên behsa xeberê li ser devereke bi qasî 55 doniman e û bandoreke efsûnî li ser xelkê dike. Xwêya ku ji bo pîşesazî û xwarinê tê derxistin, pêdiviya bi xwê ya gelek bajarên Kurdistanê pêşwazî dike. Li hêla din, weke navendeke terapiyê tê bikaranîn. Gelemperiya nexweşên bêhnkurtk û bronşîtê berê xwe didin van şikeftan. Ji ber krîstalên xwê yên di hundirê şikeftan de, dîmenên nûwaza derdikevin holê. Welatiyên ku di nava şikeftan de digerin, li amfiya ku di beşa kevîniyên xwê lê ne rûdinin, li ber muzîkên klasîk hem bêhna xwe vedidin hem jî li şîfayê digerin.    NAVENDA TERAPIYÊ YA XWEZAYÎ   Dema partûkulên xwê û nêm tev li hev dibin, hewayeke ku bêhna mirovan vedike derdikeve holê. Her wiha kevirên xwê li derdorê îyonên negatîf belav dike û ev yek xwedî taybetiyeke wisa ye ku bronşan vedike. Her wiha sedemên rê li ber alerjiyê vedikin notralîze dike û tê gotin ku xwêya kevir pergala laşparastiyê jî xurtir dike. Şikeftên ku bi dîmen û xweşikiya xwe bûye yek ji navendên geştiyaran, bi qasî hezar û 300 metreyan dirêj in û ji 5 beşan pêk tên. Şikeft, li benda ziyaretvanan e û heqê ketina wan jî 30 lîre ye.   MA / Adnan Bîlen