Malbata Şenyaşar: Em bi hêvî ne ku wê meha Remezanê edaletê bîne 2023-03-23 11:58:46   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja yekem a meha Remazanê de hat ber edliyeyê û çalakiya xwe domandin. Malbata Şenyaşar li ser hesabe xwe yê medya dîjîtal jî ev peyam parve kir: “Bi hêviya ku meha Remazanê edalet û aramiyê bîne welatê me.”   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kir. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 731’emîn de berdewam dike.   Malbata Şenyaşar ku roja yekemîn a meha Remazanê ya îsal jî li ber edliyeyê pêşwazî kir ji mala xwe ya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û li ber pankarta ku li ser “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” dinivîsî çalakiya xwe ya îro dan destpêkirin.    Malbata Şenyaşar tekildarî nobeda xwe ya îro li ser hesabe xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Îro roja yekem a meha Remazanê ye. Nobeda me ya Edaletê di roja 731’emîn de li ser rêya heq û edaletê, têkoşîna me bi bawerî berdewam dike. Bi hêviya ku meha Remazanê edalet û aramiyê bîne welatê me.”   Malbata Şenyaşar wê di roja ewil a meha Remezanê de li ber edliyeyê fitara xwe bike.