Hêzên rejîmê li Rojhilat ciwanek qetil kirin 2023-03-23 13:02:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê li bendeke kontrolê yê li bajarê Bane yê rojhilatê Kurdistanê ciwanek bi îşkenceyê qetil kirin. Piştî bûyerê, xelkê bajar agir berda noqteya kontrolê û şewitand.   Hêzên rejîma Îranê li noqteyeke kontrolê ya li bajarê Bane yê rojhilatê Kurdistanê ciwanê bi navê Behzad Ezîzî yê 19 salî dan sekinandin û îşkence lê kirin. Behzad Ezîzî li dijî îşkenceyê li ber xwe da. Hêzên rejîmê jî gule li Ezîzî reşandin û qetil kirin.    Bi bihîstina bûyerê re xelkê bajar berê xwe dan noqteya kontrolê, agir berdanê û şewitandin.    Cenazeyê Behzad Ezîzî rakirin Nexweşxaneya Selahaddîn a li Baneyê.