Îfadeyên Bîlgen û Tan bûne hinceta girtinê 2023-03-23 13:06:03 ENQERE - Derket holê ku îfadeyên Ayhan Bîlgen û Altan Tan ên di Doza Kobanê de dane, ji bo berdewamiya girtina siyasetmedaran kirine hincet.    Bi îdiaya çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên ji bo Kobanê amade kirine 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmedarên girtî tên darizandin de cih digirin.    Hinceta biryara berdewama girtinê ya siyasetmedaran derket holê.    Di doza Kobanê ku wê dozger mutalaya xwe eşkere bike û taloqî 12’ê nîsanê hatiye kirin de, derket holê ku îfadeyên Serokê Giştî yê Partiya SES’ê Ayhan Bîlgen û siyasetmedar Altan Tan ên di Doza Kobanê de dane, ji bo berdewamiya girtina siyasetmedaran kirine hincet.    Li gorî nûçeya Diken.com.tr’yê; di danişîna ewil a dozê ku di 26’ê Nîsana 2021’an de hat lidarxistin, îfadeyên Ayhan Bîlgen ku di çarçoveya dozê de li 15’ê hezîrana 2021’an hat berdan, hatine bibîrxistin. Di heman danişînê de li gel Ayhan Bîlgen îfadeyên Altan Tan jî kirine hinceta berdewamiya girtinê.    Lê belê ev îfade ango beyanên her du siyasetmedaran di danişînên piştî 18’ê cotmeha 2021’an berdewam kirin de hatine derxistin. Balkêşê di dîroka navborî de dadgerê dozê Bahtiyar Aydin ji dadgeriyê digirin ev rewş diqewime.    Di hinceta biryara berdewamkirina girtinê, ev tişt hatine gotin: “Der barê îfadeyên bersûc Altan TAN û Ayhan BÎLGEN ên di pêvajoya piştî binçavkirin û girtinê de û dema îfadeyên bi giştî hatin girtin de, tespît hatine kirin. Dema daxuyaniyên hatine dayîn de dema bi giştî tê destgirtin, HDP organên wê û bi taybetî li bajarên me yên metropolan bi taybetî li bajarên me yên mezin ji aliyê PKK/KCK’ê ya rêxistina terorê ya çekdar ve di bin rêbertiya PKK/KCK’ê rêxistina terorê ya çekdar da tên organîzekirin. Hat fêmkirin ku piştî talîmat û bangên rêxistinê ev xebat hatine kirin.”