Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê dê rapora xwe eşkere bike 2023-03-23 18:41:02     NAVENDA NÛÇEYAN –  Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê, dê rapora xwe ya têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Adarê de eşkere bike.    Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan raçav bike di 24-29'ê Çileyê de li Amed û Stenbolê hevdîtin bi partiyên siyasî, baro û rêxistinên civaka sivîl re kiribû, rapora ku amade kiriye dê bi civîneke onlayn bi raya giştî re parve bike.    Di metna ji bo civîna onlayn hatiye amadekirin de li ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan hatiye sekinandin û hatiye destnîşankirin ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li dijî mirovahiyê ye.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê civîn li ser zoomê be û dê di 27'ê Adarê saet di 11.00'an de bê lidarxistin.