ROJEVA 24'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-24 09:00:00     * Mehmet Ocalan ku herî dawî 2 sal ber bi telefonê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivîbû diyar kir ku ji bo tecrîd bê şikandin divê civak bertek nîşan bide, zorê bide dewletê û got: "Divê baweriya me bi tu kesî tune be, em ji xwe bawer bin û bi hêza xwe tecrîde bişkînin."   * Girtiyê bi navê Îlyas Dogan ku di erdheja Mereşê de malbata xwe winda kir, dixwaze cezayê wî were taloqkirin û wiha got: “Tenê xwişka min ma ye. Di vê pêvajoyê de pêdiviya wê bi min heye.”   * Înfaza girtî Mizgîn Çokû ya bi hinceta “ji bo çûna Îmraliyê daxwazname nivîsandiye” hatiye şewitandin û dema girtina wê 6 mehan hat dirêjkirin.   * Şehmûs Kûrt ê mexdûrê erdhejê û nexweşîna peneçêşêrê pê re hebû, piştî ku dewletê konteyner neda wî, ji bêgavî di axurê de ma û li vir ji ber enfeksiyonê jiyana xwe ji dest da.    * Mehmet Hayme yê di Girtîgeha Antalyayê de, behsa şert û mercên fîzîkî yên girtîgehê kirin û got ku ew bi "rêbazeke din a îşkenceyê" re rû bi rû ne.   * Polîsên ku yek jê zarok 2 kesên ku bi cil û bergên kurdî derb kirin, çendî dîmen hene jî gotin wan ew derb nekirine û gotin, "Em bi awayekî dostane ji hev qetiyan."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 732’yemîn de berdewam bike.    * Şaxên OHD, ÎHD û ÇHD’ê yên Îzmîrê wê têkildarî binçavkirinên dema pîrozbahiya Newrozê ya li bajêr pêk hatî wê li avahiya ÇHD’ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Danişîna doza Nîhat Kazanhan ê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin û ji AYM’ê vegeriya wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (14.00-17.00)   * Lîstika “Dek û Dolabên Scapen” a Şanoya Bajêr a Amedê wê ji bo piştgiriya xebatên zarokan ên li herêmên erdhejê bê lîstin. (20.30)