Hesaba Twîtterê ya Xwebûnê piştî îtîrazê hate vekirin 2023-03-24 11:16:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Hesaba Twîtterê ya Rojnameya Xwebûnê hatibû girtin û piştî îtîrazê, dîsa hate vekirin.    Twîtterê di 22’yê sibatê de hesaba Rojnameya Xwebûnê (@rojnamexwebun) bi îdiaya “qaîde binpê kiriye” girtibû. Li ser vê yekê îtîraz hate kirin û bi îtîrazê re hesab dîsa hate vekirin.    Twîtterê wiha bersiv da: “Piştî lêkolînên hûr û kûr, em ser gihiştin ku Qeydên Twîtterê nehatine binpêkirin. Li ser vê yekê me hesaba we dîsa vekir. Hesaba we êdî dikare bê bikaranîn. Ji bo sebra ku we di vê pêvajoyê de nîşan daye em spasiya we dikin û ji bo aciziya me bo we çêkiriye jî lêborînê ji we dixwazin.”