Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê' 2023-03-24 22:22:49   ERZIROM- Li Qereyaziyê 3 kesên ku nerazîbûna xwe ya ji bo îşkneceya li Nûrî Kanat û zarokên wî dan der, bi îdiaya "Bi kurdî tehrîkkirina gel" û "gazîkirina ji bo serîhildanê" îfade dan.    Li Qereyaziya Erziromê polîsan li esnaf Nûrî û yek jê astengdar du kurên wî xistibûn û ew binçav kiribûn. Piştî vê 3 kes hatin binçavkirin. Li gor agahiyên bi dest ketine, ji ber vê sê kesên din jî hatine binçavkirin. Her sê kes ji ber ku bertek nîşanî îşkenceya polîsan dane hatine binçavkirin.    Piştî bûyerê bi çend saetan polîsan bi îdiaya "Bi kurdî tehrîkkirina gel" û "gazîkirina ji bo serîhildanê" ji bo îfadeyê gazî Servet Kamiş, Abdûllah Kollû û Farûk Kollû kirine. Her sê kes piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Qereyaziyê hatin berdan.    Hat gotin ku Nûrî Kanat û zarokên wî hê jî li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê girtî ne.